Şandeya ICOR´ê ku ji 30 welatan 180 partî û rêxistin di nav de cih digrin, beriya çend rojan hatine Herêma Kurdistanê û dixwazin biçin Rojavayê Kurdistanê, lê dema ku çûn Deriyê Sêmalka, asayîşa PDK'ê ew asteng kirin. Şande, dîsan neçar bû vegere Silêmaniyê. Endamê şandeya ICOR´ê (International Coordination of Revolutionary Parties and Organizations) Sencey Singoy diyar kir ku armanca wan alîkarîkirina Kurdan e û bi taybetî weke ICOR dixwazin li Kobanê nexweşxaneyekê vekin û wiha ragihand: "Pêwîst bû di 20'ê Mijdarê de li Kobanê nexweşxaneyekê em vekin, lê mixabin ji ber ku em li sînorê Rojava û Başûr hatin asteng kirin, nexweşxane nehat vekirin."
Singoy got, hewldanên wan yên ji bo derbasbûna Rojava didomin û wiha peyivî: "Ji ber ku em bi dirêjiya hezaran kîlometro hatine, da ku em alîkariyê pêşkêşî Rojava bikin, lê ev yek nakokî ye, gelo ji ber çi, ji aliyê beşeke din ê Kurdistanê ve em tên asteng kirin?"
Şandeya ICOR wê sibe piştî nîvrojê li bajarê Silêmaniyê der barê astengiya li pêşiya wan a li Deriyê Sêmalka de daxuyaniyekê bidin.
KAROX REWANDUZÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ