Têkildarî binçavkirina Aysel Avesta, li ser navê malbata wê, birayê wê Mûrat Kizilboga ji ANF’ê re axivî û girtina xwişka xwe ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve şermezar kir.


Derhal berdin

Kizilboga li ser navê malbatê da zanîn, ku rojnamevan Avesta ji bo lêkolînkirina rewşa Şengaliyan û şopandina cejna Şêxan a li Laleşa Nûranî çûye Başûrê Kurdistanê û di vê çarçoveyê de bi karê xwe yê rojnamevaniyê rabûye.

Di daxuyaniya malbatê de hat ragihandin, ku fermana 73’an a bi destê DAIŞ‘ê li hemberî Êzidiyan hat kirin, niha ji aliyê PDK’ê ve tê dewamkirin û hat gotin, “Zextên li dijî Êzidiyên li kampên li Başûrê Kurdistanê, girtina Deriyê Sêmalka, binçavkirina ciwanên Êzidî û herî dawî binçavkirina Avesta nîşan dide ku PDK siyaseta AKP’ê li hemberî Êzidiyan dimeşîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji bo çûyîna Başûrê Kurdistanê vîze ji Ewropayê ne pêwîst e û ji rayedaran hat xwestin, ku der barê sedema girtina Avesta de tavilê daxuyaniyekê bidin.Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK’ê hat kirin da ku dest ji van kiryarên li dijî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê berde û Avesta derhal berde. 


NAVENDA NÛÇEYAN