
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê îro di saet 14:30’an de li ber Bîrdariya Ranya pêşmergeyên dêrîn li dijî êrîşên çekdarên PDK’ê yên li ser Şengalê û anîna leşkerên Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê çalakiyekî nerazîbûnê li darxistin û di çalakiyê de êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin. Li ser navê pêşmergeyên dêrîn Hazim Elî axivî û got; di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Mixabin PDK’ê li Rojavayê Kurdistanê bi damezrandina ENKS’ê dixwaze careke din şerê navxweyî çêbike. Pêştîr me dît li Başûrê Kurdistanê di şerê navxweyî de tenê zarokên wî gelî ziyan dît, dagirker jî pê keyfxweşbûn. Ji ber vê yekê di rewşek wiha de divê gelê Kurd hişyar be. Em helwesta xwe ya li dijî metirsiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê radigihînin. Em daxwazê dikin ku ji pêşmerge, gerîla û şervanan hêzekî hevbeş bê avakirin. Ji bo ti dijmin nekare destdirêjiyê li ser xaka Kurdistanê bike.”
RANYA