Weke hemû salên berê, di 16’ê Gulan a îsal de jî heya eşkerekirina çarenûsa windahiyan û ronîkirina komkujiyê, xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê da zarokên wan wendane çûn pêşya parlemanê , ji meqamên peywendîdar û bi taybetî jî ji PDK xwastin çarenusa zarokên wan eşkere bike.

Ji Komisyona Mafê Mirovan a Parlemana Herêma Kurdistanê de endamên hemû partiyên li perlemanê  hene. Lê tenê endamên parlemenê yên listeya Gorran û Komel pêşwaziya wan kirin û weke her salê sozên ku pêkneyînin dan.
Fermandarê komkujiya Hewlêrê yê PDK’î Cemal Murtke jî endamê parlemanê ye. Di parlemanêke wisa de ku kesêk celadê komkujiyeke hebe, pir zehmete tiştek derkeve. Ji ber ku tenê rûnîştina wê heybeta parlemanê bi leke dike.
Dema xizmên wendahiyan çûn cem Wezîrê Enfal û Şehîdan Aram Ahmed, di daxûyaniya wezîr de wiha hate gotin:“Xizmên wendahiyan hatine navê zarokên xwe qeyd bikin ji bo ku weke şehîd werin hesabkirin û tezmînatên madî bigrin. Lê daxwaziyên din ne girêdayî mene.” Lê xizmên wendahiyan jî dibêjin ew beriya her tiştî çarenûsa zarokên xwe dipirsin.
Yek roj piştî salvegera komkujiyê ku di encamê de zêdetirî 71 kes ji birîndarên şer, rojnemevan, çalakvanên rêxstinên sivîl hatin kuştin û wendakirin,  PDK li cihê kû lêborînê bixwaze û çarenûsa wendahiyan û komkujiyê ronî bike, bi daxuyaniyeke tije bêhurmetî êrişî PÇDK’ê û PKK’ê kir. Di daxuyaniyê de wiha got: “ 71 gerîlayên PKK li Hewlêrê çi dikirin? “ Ev belgeyeke îtîrafa komkujiyê ye. Di heman demê da dibêjê; „Sebra me diqedê” û ev jî tê wateya tehdîda komkujiyên nû. Kuştina yek kesî jî tehdîd kirina yek kes jî tê wataye berdewamiya vê komkujiyê. Li aliyê din yên çûn pêşiya parlemenê weke kesên provekator binav dike.
Bêguman êrişa ku di heman roj, seat û heman kêlî de di 16’ê Gulan a 1997’an de pêk hatibû û êrîş birina ser zêdetirî 8 saziyan û qetilkirina 71 kesan bi fermana PDK’ê pêk hatibû.  
Yê rastî ewe ku PDK hevdîtineke ku têde soz dabû; „Sond bi gora Barzanî ji tiliya kesêk xwin nerije û ewê tankên Tirk bi ser laşê min da bên” soza xwe binpêkir û yên di vê hevdîtina bi Mesûd Barzanî re, yên cesedê endamên PKK’ê bi komî bin axkiriye û pir şahidên vê bûyerê jî hîn li jiyanê ne.
Bi daxûyaniya dawî PDK serkêşiya vê komkujiyê înkar naka. Gelo di vê rewşê de tiştên ku divê werin kirin çi ne?
Ezmunên dîrokî yên pir girîng hene. Dema komkujî ser gelek, komek, an baweriyek çêbûye, piştî demêkê lêborîn hatiye xwastin û mafên mexduran a manewî û madî li wan hatine vegerandin. Heya ev yek pêk neyê wê xizmên windahiyan û nefşên wan jî nesekinin. Wê bi vê rêbazê her kes razî bikin wendahî ji bo xizmên wan bûyereke ku nehatiye birkirin û wê neye ji bîrkirin jî.
Eger PDK îsrar bike û bi heman zimanê ku fêr bûye biaxife, wê rê li ser aqubetên din veke. Heya niha ev doz ji bo xizmên wendahiyan bûye pirseke siyasî. Ji vir û şunde jî wer xuya dike ku wê bibe pirseke yasayî jî. Di roja salvegera komkujiyê de xizmên wendahiyan û saziya Hêvî a ji bo piştevaniya mexdûrên şer ava bûye gotin ewê dozê vekin. Heger rêyên qanûnî yên hûndurîn bixitimin wê bibin navenda Îraqê û heger li wir jî bixitimê wê bibin qada navnetewî. Yanî bi her aweyî wê têbikoşin û dev ji vê dozê bernedin.