Li Herêma Kurdistanê gel daketin qadan û behsa daxwazên xwe yên rewa kirin. Bi rojan xwepêşandan kirin, şehîd û birîndar dan. Lê hertim bêxwedî man, tu kes xwedî li daxwazên gel derneket. Her partiyekê li gor berjewendiyên xwe mijar şîrove kir û bikar anî. Di dawiya dawî de derket holê ku li Başûr çanda demokrasiyê qet bi pêş neketiye. Ji bo ku xwepêşandan tenê li herêma kesk ango herêmên di bin desthilatdariya YNK’ê de zêde bibe, PDK’ê  her tişt kir. Ger mirov bi giştî temaşe bike zêde ferq di navbera wan de tineye, ji ber ku hişmendiyek wan heye, ew jî nebûna demokrasiyê. 

Van partiyan bi salan şerê hev kir, vî şerî destpê kir bi şerê di navbera Îbrahîm Ehmed û Mela Mistefa Barzanî û heta roja îro hatiye. Balkêş e ku hertim herdu alî ku dibe îro xwe çend alî nîşan bidin, ji aliyê dewletên dagirker ve bi taybet Tirkiye û Îranê ve hatine birêvebirin. Ji bo şerê hev bikin, car xwe avêtine himbêza Îranê û car jî xwe avêtine himbêza Tirkiyê. Ev çîrok hê jî dewam dike lê bi şêwaz û rengek cuda. Şerek sar ê birakujî di holê de heye, ku mixabin ji şerên berê girantir e. Di vî şerî de ji ber ku rêbazên leşkerî li hember hevdu nayên bikaranîn, her cure rêbazên ji bo bibinxistina hevdu li meydanê hene. Ev şerê sar yê di navbera aliyan de di heman demê de li hember her cure destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyan jî tê meşandin. Ji bo ku hevdu tine bikin, razî ne bi her dewleta dagirker re lihev bikin û dikin jî, serdana Nêçîrvan Barzanî berdewama leyîstokên şerê sar e. PDK pêşengtiya şerê sar li Kurdistanê dike. 

Lê herî zêde jî di pêşxistina vî şerê sar de PDK rola sereke dilîze. Tiştên ku PDK’ê li hember serokê parlamentoyê kir, hişmendiya teng a netewperestî û eşîretperestiyê derxist holê. PDK ji bo ku xeta netewperestiyê li Kurdistanê bi pêş bixe û Kurdistanê ji wî halê wê yê parçebûyî, parçetir bike, çêbûye. Her tişta xwe li ser wî esasî daniye û danîne. Stûna navmala PDK’ê çawa ku AKP li ser esasê parçekirina Tirkiyê hatiye çêkirin, li ser esasê parçekirina Kurdistanê hatiye danîn. PDK û AKP wek neynûk û goşt bi hev ve girêdayî ne, bê hev nikarin tiştekî bikin û ji bo hev hertiştî dikin. 

Heta ku PDK helwesta xwe ya li hember AKP’ê diyar neke, nabe kes pêbawer bike ku wê li Kurdistanê bibe partiyeke siyasî ya welatparêz. Partiya ku wek kurmê darê, canê vî welatî digurîne. Tenê ji bo mehê 18 milyon varêl petrol ji Herêma Kurdistanê biçe Tirkiyê, her tiştî dike. Destûrê dide ku Tirkiye ezmanê Herêma Kurdistanê bibezîne û bombebaran bike. Destûrê dide Şengal hêj di bin dagirkeriyê de bê sebeb bimîne û gelek tawîzên din ên ku wê qet rojekê li pişt perdê nemînin. Rola PDK’ê li Kurdistanê rê li ber şerê navxweyî, parçebûna Kurdistanê, valakirina Kurdistanê ji berhemên dewlemend yên sererd û binerd bi gotinek din qirkirina çandî, aborî, siyasî û civakî vedike. Di dawî de jî dixwaze serweriya xwe hakim bike. Ger em temaşeyî hewldanên PDK’ê ji destpêkê heta niha bikin, niyeta esasî ya vê partiyê derdikeve holê. Ji xwe re li vê sosretê binêrin, kesên li dijî derdikeve, heta serokê parlamentoyê jî be, dikare bi hêsanî ji Hewlêrê biqewitîne. 

Ji aliyekê ve hişmendiya PDK’ê ya li hember demokrasiya di parlamentoyê de derikeve holê ku tu hurmetek ji nûnerên gel re nîne. Ji aliyê din ve nîşan dide ku PDK çawa dixwaze hebûna xwe li Hewlêrê û Dihokê bihêz bike. Wek ku Hewlêr milkê wan be. Ne Hewlêr û ne jî Kurdistan milkê tu kesî nîne!