Nakokiyên li ser şandin û nezelaliya firotina petrola Kerkûkê didomin. Serokê Lijneya Petrolê li Encumeniya parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî têkildarî mijarê got; “Ev du sal in agahiya me ji derxistin û firotina petrola Kerkûkê nîne. Tenê em dizanin çend şîrketên PDK’ê petrola li Kerkûkê derdixin û dest danîne ser.”

Ehmed Eskerî diyar kir ku hikûmeta Iraqê petrola Kerkûkê ne difiroşe û ne jî derdixe û wiha peyivî; “PDK’ê dest daniye ser zêdetirê bîrên petrola Kerkûkê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 200 hezar varîlên petrolê ji Kerkûkê dişîne derve. Di vê rewşê de jî karmend ji bê mûçetiyê perîşan bûne. Ev jî nîşan dide ku pereyê petrolê ji bo desthilatên Herêma Kurdistanê diçe, ne ji bo welatiyan.”

 

‘Em êdî nikarin bêdeng bibin’

Ehmed Eskerî di dewama axaftina xwe de got, “Êdî em nikarin bêdeng bibin. Ji bo wê jî çi ji destê me were, em ê ji bo raya giştî eşkere bikin.”

Hat diyarkirin ku di çend rojên bihurî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser firotina petrola Kerkûkê lihevkirinek îmze kirine. Li hemberî vê jî pêr Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar kir ku “li gel Herêma Kurdistanê ti lihevkirineke petrolê îmze nekirine.” 

 


 ROJNEWS/KERKÛK