Ji bo avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê doh bi tevlîbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) civînek pêk hat. PDK´ê û YNK´ê di civînê de li ser avakirina hikûmetê li hev kir.

Endamê Rêveberiya YNK'ê Arêz Abdullah li ser mijarê ev agahî dan; "PDK'ê daxwazên YNK'ê qebûl kirin. Em gihîştin lihevkirinê. Daxwazên me rawa bûn."

Me gelek sebir kir

Serokê Giştî yê PDK´ê Mesûd Barzanî jî doh di 14.mîn Pêşangeha Navneteweyî ya  Pirtûkan a Hewlêrê de peyivîbû û bal kişandibû ser avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê. Barzanî got, wan gelek sebir kiriye da ku hikûmet bê avakirin. n ROJNEWS / HEWLÊR