Dema pêkhatina referandûmê li Baûrê Kurdistanê nêzîk dibe. Hêzên siyasî yên herêmê bêyî ku li ser li hev bikin, bi biryara kesekî, û bi pirsgirêk çalakkirina parlamenê, arîşeyên elaqedarî referandûmê dewam dikin. Li aliyekî dewleta Tirk bi destpêkirina tetbîqateke eskerî gefan li gelê Kurd dixwe, li aliyê din rêveberiya PDK´ê û ya YNK´ê li hemberî biryarên navneteweyî ya Neteweyîn Yekbûyî jî di navê de, biryar dan bi komeke nû miaqeşeyê bikin bi Bexdayê re li ser referandûmê. Li aliyê din dengên hişyarker jî zêde dibin.
Hat zanîn ku li Başûrê Kurdistanê wê heyetek îro biçe Bexdayê û li ser referandumêminaqeşeyan bike.
Hefteyên bihurî heyeteke ji Başûrê Kurdistanê çûbû Bexdayê û hin hevdîtin pêk anîbûn. Lê di 13’ê Îlonê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwestibû heyeteke nû biçe Bexdayê. Êdî çav li rê ye îro heyeta PDK û YNK’ê biçe Bexdayê û hin hevdîtinan bike.
Di heman demê de Konseya Bilind a Referanumê ya ku li Koşka Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya jî ragihandibû ku “Xebatên amadekariya referandûmê didomin.”
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Russia Todayê re doh axivî û got “Heta niha biryara taloqkirina referandûma Başûrê Kurdistanê tine, lê biryara dawî wê Konseya Bilind a Referandûmê bide.”
Kurd beşdarî civîna parlamentoya Iraqê nabin
Komên partiyên Herêma Kurdistanê yên di parlamentoya Iraqê de doh jî beşdarî civîna parlamentoyê nebûn.
Piştî ku parlamena Iraqê 15’ê Îlonê biryara referandûma Herêma Kurdistanê red kir, komên partiyên Herêma Kurdistanê yên di parlamena Iraqê de civîn boykot kirin. Li ser vê yekê komên partiyên Herêma Kurdistanê biryar dan doh jî ji ber girîngiya mijarê beşdarî rûniştina parlamenê nebin.
Referandûm îthimala dewleta serbixwe bi paş ve dixe
Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulrezaq ragihand ku fikrê navneteweyî vegerandina Kurdan li ser Bexdayê ye û got, “Em ne di wê astê de ne ku pêşniyaza welatên navneteweyî qebûl bikin. Ji ber wê referandum lerzoke û îhtimal heye avabûna dewleta serbixwe bi paş ve bixe.”
Ebdulrezaq anî ziman ku desthilata Kurdî xwe saz nekiriye û got, “Heta niha hêzên çekdarî hêzên hizbî ne. Ji ber wê her saniyeyekê îhtimala şerê birakujiyê heye. Ji ber ku dewlet be, dema ku bixwazin dikarin me ji bo şerê navxweyî bi kar bînin. Em ne di wê astê de ne ku pêşniyazên welatên navneteweyî ji bo lidarxistina referandûmê qebûl bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN