Rayedarên PDKʹê rê nadin welatiyên Êzîdî yên dixwazin ji kampên Başûr vegerin Şengalê û li pêşiya welatiyan astengiyan derdixin.

Çavkaniyên ji Başûrê Kurdistanê, ragihand ku rayedarên PDKʹê rêya ketina Şengalê asteng dikin û rê nadin ku welatiyên Êzîdî yên di kampên Başûr de vegerin Şengalê û bi behaneyên cuda vegera welatiyan asteng dikin.

Heman çavkaniyan îşaret pê kir ku rayedarên PDKʹê ji welatiyên Êzîdî re yên ku niha di kampên koçberiyê yên li Başûr de ne û dixwazin vegerin Şengalê, dibêjin, divê hûn emrê derketinê ji rêveberiya Kampê bînin. Çavkaniyan teqez kir ku rêveberiya kampê jî emir nade welatiyan û ji wan re dibêje, herin hefteyeke din werin.

Çavkaniyên me armanca sereke ji vê yekê jî weke astengkirina vegera welatiyan ber bi Şengalê ve şîrove kir. Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku rayedarên PDKʹê ji bo ciwanan jî hatina Şengalê bi temamî qedexe kiriye û nahêlin ciwan bi temamî derbasî Şengalê bibin. 


 ANHA/ŞENGAL