Ragihandina Partiya Demok-rat a Kurdistan-Iraqê (PDK) pêr eşkere kir ku di du rojên pêşiya me de şandeyeke partiyê di asta Polîtburoyê de wê serdana aliyên siyasî bike.

Li gor agahiyan şande wê bi armanca çareserkirina krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî re dest bi guftûgoyan bike. Hêja ye mirov bibêeje ku şande wê serdana Tevgera Gorran jî bike.

Roja 20’ê Mijdarê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî xwest ku kesek ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê were destnîşankirin û hikûmet were guhertin. Barzanî her wiha xwest ku serokatiyeke nû jî ji bo parlamentoyê were diyarkirin.

Komel û Yekgirtûya Îslamî jî piştgiriya daxwazên Barzanî kirin. Ji YNK’ê jî Kosret Resûl piştgirî da Barzanî. Tevgera Gorran jî tenê amadebûna xwe ya ji bo pêşniyaza Barzanî nîşan da. 


HEWLÊR