AŞTÎ EHMED/ROJNEWS/ÇEMÇEMAL


Pêr di civîna Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya li gel lijneya bilind ya referandûmê de, biryar hat dayîn ku di nava du hefteyan de ji bo çareseriya pirsgirêkan û piştevaniya referandûmê, wê parlamen were aktîfkirin.

Têkildarî mijarê Serokê Enstîtuya Medîterranean ya lêkolînên herêmî, Behroz Cehferî axivî û got: “Sê meh mane ku dema yasayî ya parlamenê bi dawî bibe. Pêwîst bû salekê berî niha parlamen bihata aktîfkirin. Di dinyayê de tiştek wisan nîne ku Desteya Wezîran an serokatiyeke din parlamenê aktîf bike, divê parlamento û hêzên siyasî bi lihevkirinekê aktîf bikin. Mijara aktîfkirina parlamenê di niha de tenê ji bo derfetên PDK’ê ye.” 


Welat bi partiyekê naye birêvebirin

Cehfarî anî ziman ku dive planeke dem dirêj were danîn û got: “Niha girîng e ku ji bo reformên nîştimanî, bingehdanîna aboriya nîştimanî û danîna planeke dem dirêj ji bo rêveberiya herêmê, pir dengiyek were avakirin. Ji ber ku welat bi partiyek û du partiyan nayê birêvebirin.”


Pêwîst e aktîf bibe

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngeha Çermo ya Çemçemal Dr. Huner Emîr jî got: “Her çiqas demek kurt a yasayî ya parlamenê mabe jî, navendeke rewa û yasayî ye. Li gorî tevgera yasayî ya jiyan, yasaya navnetewî û navxweyî, divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aliyên siyasî cihek hebe, ew jî parlamen e. Raste parlamen hat rawestandin, lê pirsgirêk aloztir bû. Ji niha ve eger parlamento were vekirin, dikarin bi rûniştin û guftûgoyan dest bi çareserkirina pirsgirêkan bikin. Nabe ku were gotin ku cihek ji derveyî parlamenê heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Girêdayî aktîfkirina parlamêna Herêma Kurdistanê mamosteyê Zanîngeha Silêmanî Dr. Ako Heme Kerîm jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Di bingeh de rawestandina parlamenê de karekî ne rewa  û ne yasayî hebû. Ji ber wê divê ew rewatiya parlamenê lê were vegerandin. Ji ber ku parlamen ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin. Ji ber wê divê rêz li dengê gel were girtin.”

Hêjayî bi birxîstinê ye ku parlamene Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’an ve ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin.