
Parlamenterên Başûrê Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, Ferhat Sengavî, Hûşyar Ebdullah û siyasetmedar Ebdulsalam Şêx Silêman Barzanî derbarê hebûna leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê de ji ANF’ê û Rojnewsê re axivîn û diyarkirin ku hebûna leşkerên Tirk li ser axa Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e û destnîşan kir ku armanca hatina leşkeran pêşîgirtina li pêşketina PKK'ê ye.
Heme Emîn bal kişan ser rola PKK û YPG’ê ya li herêmê û diyar kir ku dewleta Tirk ji PKK û YPG’ê aciz e ku weke aktorên girîng tên dîtin.
Emîn anî ziman ku dewleta Tirk bi PDK'ê re li hev kiriye û wiha axivî: Bi vî rengî leşkerên Tirk hatin Başûrê Kurdistanê."
Emîn gotinên xwe wiha domand: “PDK di daxuyaniya xwe de dibêje, leşkerên Tirk li hemberî PKK'ê hatine. Lê belê divê were zanîn ku PKK bi operasyonên leşkerî, bi êrîşan, nikare ji holê were rakirin."
Emîn da xuyakirin ku dewleta Tirk mîna demên bihurî dixwaze hêzên Kurd li hemberî hev rake û got, divê hemû partiyên başûr berjewendiyên xwe yên partitiyê deynin aliyekî û li dijî vê derkevin.
‘Em bi ti awayî qebûl nakin’
Parlamenterê YNK'ê Ferhat Sengawî jî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkeran dixwaze pêşî li tevlîbûna hêzên PKK û YPG li operasyoneke gengaz a Mûsilê bigire û li herêmê cih lê teng bike.
Sengawî got,"Dewleta Tirk dixwaze di îhtîmala parçebûna Iraqê de ji valahiya derkeve holê sûdê wergire. Dixwaze hêzên wê li vir amade in. Armanceke xwe ya din jî ew e ku nehêle PKK û YPG tevlî operasyoneke gengaz li Mûsilê bibin".
Sengawî di dewama axaftina xwe de got, "Weke YNK´ê em li dijî hebûna leşkerên Tirk in li Başûrê Kurdistanê. Em bi ti awayî qebûl nakin. ku dest li Başûrê Kurdistanê werde."
‘PDK şaştiyek mezin a dîrokî dike’
Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Hûşyar Ebdullah ji Rojnews re da xuyakirin ku PDK şaştiyek mezin a dîrokî dike û wiha got; “PDK bi alîgirtina Tirkiyeyê zererê dide doza gelê Kurd. Divê em aliyên din vê şaştiyê nekin û bibin xwedî siyaseta ku niha PYD dimeşîne. Ne Tehran ne jî Enqere dermanê derdê Kurdan e."
‘PDK aliyê Tirkiyeyê digire’
Ebdullah dewama axaftina xwe de got, ti ji hêzên dagirker ên herêmê û navdewletî dostên Kurdan nînin û wiha dewam kir; "Ger Kurd xwe nekin yek, wê lîstikên herî mezin li ser bên kirin. Her wiha aliyek girtin, weke ku PDK aliyê Tirkiyeyê digire, wê karesatên herî mezin bîne serê xwe.”
Hûşyar Ebdullah wiha peyîvî; “Tirkiye bi pêşwaziya xwe ya germ a Barzanî, dixwaze xwe weke firîşte bide diyarkirin. Belê, ew hemû kiryarên dewleta Tirk ên dijî gelê Kurd weke hov dana nîşankirin, nikare ji holê werin rakirin.”
Hûşyar Ebdullah di dawiya gotinên xwe de got; “PDK bi alîgirtina li gel dewleta Tirk şaşîtiya dîrokî ya herî mezin dike. Her wiha bi vê alîgirtina xwe zererê digihîne doza gelê Kurd. Divê weke ku PYD li kantonên Rojava, çewan bi şêweyekî serketî li gel hêzên hevpeymanê yên cîhanê têkilî datîne, em jî bi heman şêweyî xebatê bikin.”
Barzanî: Tirkiye dijminatiya Kurdan dike
Pismamê Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî, Ebdulsalam Şêx Silêman Barzanî jî di heman mijarê de ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hatina leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê ne di berjewendiyên Kurdan de ye. Barzanî diyar kir ku Tirkiye ji aliyekî ve dostaniya Başûrê Kurdistanê dike, lê ji aliyê din ve jî dijminatiya Bakurê Kurdistanê dike. Kurd li her kuderê be, her Kurd e.”
Barzanî ragihand ku armaca hatina leşkerên Tirk niyeteke baş nabînin û gotinên xwe wiha domandin: “Ez hatina leşkerên Tirk bi guman dibînim, ji ber ku Tirkiye li gel koalîsyonê li hevkiriye, ji bo lêdana DAIŞ'ê, lê li cihê li DAIŞ´ê bide li Kurdan dide."
Barzanî diyar kir ku her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hebûna leşkerên Tirk li ser axa Kurdistanê weke berjewendiyên Kurdan dibîne jî, ew ji bo berjewendiyên Kurdan nabîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Niha gelê Kurd hişyar bûye, pêwîstî bi bangewaziya me nîne. Madem gel hişyar bûye, bi xwe dizanîn li ser vê babetê çi bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Listika PDK'ê veşartî ye!
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkikyeyê nirxand û diyar kir ku serdana li Tirkiyeyê, ji bo nixumandina armancên Tirkiyeyê yên emperyalîst hatiye kirin.
Engîn der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF’ê. Kasim Engîn bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê û got, "KCK´ê di daxuyaniya xwe de qala 2 hezar leşkerên Tirk kir. Li gorî hejmarên fermî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dayîn 900 leşker û 25 tank in. “
‘PDK PKK'ê qebûl nake’
Engîn bal kişand ser çûyina Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û got, çûyina Barzanî bi rûdana krîza Mûsilê re girêdayî ye. Engîn da xuyakirin ku yek ji xalên girîng ên vê serdanê, mijara PKK'ê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Sedema xwe ev e; PKK li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê ji bo Kurdan statuyeke mêtingeriyê qebûl nake. Ya duyemîn; ji Kurdan jî wêdetir PKK li Rojhilata Navîn nêzîkatiyeke cuda nîşan dide. Eger ev nêzîkatî bê rûniştandin wê pêşî li 'armancên emperyalîst' were girtin.’”
‘AKP tengav bûye’
Engîn diyar kir ku li serê Tirkiyeyê desthilatdariyeke bi aqlê selîm difikire nîne û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ya tengav bûye, li dijî Kurdan konsepteke êrîşî ya mezin daye destpêkirin. Engîn got, "Li Rojava, Bakur û Rojhilat PKK hêzeke mezin e. Li Başûr jî sempatiyeke mezin a gel heye. PKK ji bo vê sempatiyê bişikîne serî li her rê û rêbazê dide.”
Kasim Engîn diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya bi PDK'ê re dixwaze PKK'ê bê bandor bike û wiha pê de çû: “Dewleta TC li her cihî nikare li dijî PKK'ê şer bike. Lewma divê çi bike? Divê hêzekê derxîne holê ku li ser navê wê li dijî PKK'ê şer bike. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze PDK'ê bi kar bîne.”
Engîn di dewama axaftinên xwe de ragihand ku armanca dewleta Tirk ew e ku PDK'ê li hemberî PKK'ê bide şerkirin û ji ber vê jî serî li her rêbazê dide û wiha dewam kir: “Em nikarin bibêjin PDK bi temamî gihaştiye vê radeyê. Ji ber ku PDK neçar e raya giştî ya Kurd bihesibîne. Civaka Kurd ne mîna ya berê ye. Gelê Kurd şerekî di navbera Kurdan de qebûl nake û nerazîbûneke cidî nîşanî rewşeke bi vî rengî dide. Ji ber ku PDK jî van nerazîbûnan nikare bide ber çavan, têkiliyên bi dewleta Tirk re bi awayekî veşartî dimeşîne.”
‘Wê di nava êrîşan de cih bigire’
Engîn bal kişand ser rewşa Şengal û Mûsilê jî û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: Eger li Şengalê, li Mûsilê êrîş destpê bikin, di çarçoveya têkiliyên PDK-Tirkiyeyê de wê PDK ji sedî sed di nava van êrîşan de cih bigire."
ANF/BEHDÎNAN