
PDK înkar dike welatiyên Bakurê Kurdistanê nagire, mişext nake û zilmê li wan nake, lê mexdûrên siyaseta wê dipeyivin û daxuyaniyên rayedarên PDK’ê pûç dikin. Welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê ê bi navê Îsa Ay, ji aliyê PDK’ê ve ji Zaxo’yê hatiye derxistin û niha li Derbendîxanê dimîne. ew behsa zextên PDK’ê dike û dibêje; “PDK, gelek caran ez li Zaxoyê kirime binçavan û carekê jî 4 mehan di zîndaneke Duhokê de ez ragirtim.”
Piştî ku HDP´ê bi daxuyaniyekê rexne li asayîşa PDK’ê girt û PDK hişyar kir da ku dawiyê li zextên xwe yên li ser endam û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê bîne, PDK neçar ma bersivê bide. Lê belê, PDK tevî hemû şahidên zindî jî înkar dike ku zextê li endamên HDP´ê û welatiyên ji Bakur dike. Li ser vê înkara PDK’ê jî welatiyên Bakur yên ji Hewlêr û Zaxoyê hatine mişextkirin, yek bi yek ji RojNewsê re diaxivin û rastiyan radixin ber çavan. Welatiyê bi navê Îsa Ay ji navçeya Zaxo ya ser bi Duhokê, bi zorê hatiye derxistin û niha li Derbendîxana ser bi parêzgeha Silêmaniyê dimîne.
Me nedizanî Turkistan e
Îsa Ay sala 2010’an ji ber zextên dewleta Tirk berê xwe dide navçeya Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê. Ji Çileya 2017’an ve jî PDK, bi bahaneya pêwendiya wî bi PKK’ê re heye ew ji Zaxoyê derxistiye û niha jî li Derbendîxanê dimîne.
Îsa Ay behsa nemana hêviyên xwe dike û dibêje; “Ez xelkê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê me, bi sedema zext û zilma dewleta dagirker a Tirk em hatin Başûrê Kurdistanê. Bi rastî me got, em ê biçin Kurdistanê, me ne dizanî Turkistan e. Em li navçeya Zaxo bi cih bûn û bi qasî 7 salan, em li Zaxo man. Tevî vê jî hîna mafê penaberiyê nedane me. Me gelek caran daxwaza penaberiyê kir, wan digot, hûn alîgirên PKK’ê ne, em mafê penaberiyê nadin.”
4 caran hat binçavkirin
Îsa Aya got, ew di nava 7 salan de 4 caran hatiye binçavkirin, û carekê jî li zindana Dihokê 4 mehan girtî maye: “Di wan 4 mehan de ez di lêpirsîneke giran re hatim derbaskirin. Bi rastî ew pirsyarên ji min dikirin, wekî pirsên dewleta Tirk bûn ku ji endamekî PKK’ê bikin.”
Îsa Ay di dewamê de got: “Piştî ez ji zîndanê derketim, bi mehek û nîvê, asayîşê gazî min kir û got, divê tu ji Başûrê Kurdistanê derkevî, yan biçî Bakur yan jî biçî Rojava. Beriya dema ji me re diyar kiribûn temam bibe, em ji Zaxo derketin û me berê xwe da Silêmanî. Me her tiştê xwe hişt û tenê bi tiştên li ser xwe ketin ser rêya Silêmaniyê.”
Silêmanî Kurdistan e
Îsa Ay dibêje, ji derveyî malbata wî gelek malbatên din jî bi zorê ji Zaxo hatin derxistin. Îsa Ay dibêje, piştî ji herêma PDK’ê derketiye û bi şûn ve di demeke kurt de li parêzgeha Silêmaniyê kariye mafê penaberiyê bigire û dibêje; “xelkê vir ji bo me baş e û mirov dikare bibêje, ev der Kurdistan e.”
BERHEM LETÎF / ROJNEWS / DERBENDÎXAN