Berdevkê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih di derbarê avakirina artêşa Êzîdiya bi perwerdekirina Wezareta Parastinê a Almanya di nav fermandariya pêşmergeyan de û koçberkirina Êzîdiyan ji Şengalê ber bi Ewrûpa ve ji Rojnews re axivî.
Salih diyar kir ku Êzîdî bixwe pergala wan ya parastinê heye û wiha got: “Jixwe artêşa me heye. Ger dixwazin Êzîdiyan biparêzin, bila werin tevlî YBŞ’ê bibin û wê bihêz bikin.”
‘Êzîdî di nav lepên DAIŞ’ê hîştin’
Berdevkê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih bal kişand ser rola pêşmergeyan di fermana ku li Şengalê hat meşandin û wiha got: “Li gel ku di pêvajoya fermanê de zêdetirî 10 hezar pêşmerge hebûn, lê gel neparastin û reviyan. Bi destûrekê hemû paş de vegeriyan. Bi paşvekişandina wan re bi deh hezaran ciwan, jin û zarok ketin destê DAIŞ’ê. Hê jî ew têne êşkencekirin û li ser wan komkujiyan dimeşînin. Keçên me ji aliyê van çeteyên hov ve li Erebistana Siûdî û Reqayê têne firotin.”
Xidir Salih her wiha da zanîn ku nêzî salek bi ser wê karesatê re derbas bûye, hê jî çekên welatên Ewrûpa ji Herêma Kurdistanê re şandiye, nehatine Şengalê û wiha pê de çû: “Pêşmergeyên li Şengalê tenê çekên ji dema Sedam mane di destê wan de hene, yên dema Malikî jî nînin. Ew çek boyax kirine û dîsa bikar tînin. Wezareta parastinê ya Almanya eşkere kiriye ku wê di bin kontrola pêşmergeyan de artêşek Êzîdiyan birêxistin û perwerde bikin.”
Xidir Salih bal kişand ser berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku nêzî 20 şervan heta niha şehîd bûne û wihan dewam kir: “Hêzên YBŞ’ê bê hesab, bi fedakarî û bi ruhê berxwedaniyê hatiye avakirin. Ger hûn pir jidilin in, xwedî li vê hêzê derbikevin. Parlamenterekî Êzîdî yê PDK’ê bi pereyan ciwanên Êzîdî derdixe Ewrûpayê û ji welatê wan dûr dixe. Hêzên YBŞ’ê bi xwîna xwe vê axê av dikin. Tenê YBŞ dikare bibe siberoja gelê me. Hêzek girêdayî welatên kapîtalîst nikare parastina me bike û divê ciwanên me ji van hêzan dûr rawestin. Hêzên wisa tenê ji bo berjewendiyên şexsî û partiyên xwe çekan didin gel. Divê gelê me li hember van hişyar be. Kesên berxwedêr bila li Şengalê li kêleka gelê me bin û tevlî YBŞ’ê bibin. Banga min ji ciwanan re ewe ku xwedî li axa xwe, dîn û çanda xwe derbikevin. YBŞ’ê wek hêza xwe ya parastina cewherî bibînin û bihêz bikin”