Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî da xuyakirin ku Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hêza Êzîdxanê bi xwe ye û li ser gefên PDK’ê û rayedarên Tirk ên dibêjin ‘Divê Şengalê biterikînin’ ev bersiv da: “Yên divê Şengalê biterikînin, ew kes in ku gel di nava komkujiyê de hiştin û reviyan.”

Viyan da dest nîşan kir ku jin di nava civakê de, mîna darek guliyên wê hatiye birîn, mîna koleyekê di malê de dihat dîtin û got:” Ji ber ku bi vî rengî dihat dîtin, jinê nekarîbû derkeve derve, cîhanê nas bike, azadiyê bibîne û bikeve nava lêgerînan. Lê bi derfeta têkoşînê re di kesayetiya jinê de guherînek pêk hat. Jin bi felsefeya Rêber Apo bû xwedî vînekê û li dijî hêzên hegemonîk ên jinê tine dibînin, dest bi têkoşînê kir.

‘We heta niha çi kir?’

Li ser gefen PDK’ê Viyan anî ziman ku gelê Şengalê beriya niha ji PDK’ê bawer kiribû û jê hebû ku PDK wê wan biparêze û got: “Lê belê di roja destpêkê ya êrîşê de gelê Şengalê di nava komkujiyê de hişt. Ji ber ku pêşmergeyên PDK’ê ev ax terikandin, ev trajedî derket holê. Yên ku em di nava fermanê de hiştin, niha dibêjin ‘Bila Şengalê vala bikin!’ Ez jî vê pirsê ji wan dikim; ji bilî revê we heta niha çi kirin? YJŞ û YBŞ hêza Êzîdxanê bi xwe ye. Ji aliyê civaka Êzidî ve weke hêza xweparastinê hatiye avakirin. Eger li Şengalê hêzek heye divê ji Şengalê derkeve, ew jî kesên ku gel di nava fermanê de hiştin û çûn e.


MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / ŞENGAL