Ciwanê ji bajarê Hewlêrê bi navê Karzan Palanî ev qederê 5 rojan e ku wenda ye. Malbatê ragihandin ku piştî şopandina çend rojan herî dawî zanîne ku Karzan ji aliyê hêzên dij terorê yên asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin.

Birayê Karzan, Omêd Palanî ragihand ku binçavkirina Karzan bê agahdariya dadgehê çêbûye û got: “Karzan ser bi ti partiyeke siyasî nîne û ti pirsgirêka wî jî bi kesî re nîne. Asayîş destûrê nade ku em biçin hevdîtina birayê xwe.”

Di çend rojên dawî de du rojnameger Aysel Avesta û Eyaz Kerem ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li herêma Behdînanê hatin binçavkirin. Heta niha jî derbarê çarenûsa wan de ti agahî nehatiye bidestxistin. 


 HEWLÊR