Piştî ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG), YJA STAR’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) navenda bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, PDK’ê cardin li dijî gelê Êzîdî yê Şengalê dest bi polîtîkayên xwe yên berê kir.

Çavkaniyên ji Şengalê jî ragihandin ku hikumeta PDK’ê ciwanên Êzîdî yên li Kampên Başûr dimînin, li ser bendên kontrolê yên diçin Şengalê digire û nahêle ku ciwan beşdarî nava refên YBŞ’ê bibin.

Endamê Meclîsa Êzîdiyan Serhildan Kemal helwestên PDK’ê şermezar kir û weha got: “Helwestên PDK’ê li dijî berjewendiyên gelê Êzîdî yê Şengalê ne. Em dizanin ku PDK’ê nahêle ku ciwan derbasî Şengalê bibin. Ew ciwanan digirin û bi mehan di girtîgehan de dihêlin. Ji bo ku fermaneke din li ser me dubare nebe,  ez bang li hemû ciwanan dikim ku vegerin Şengalê û beşdarî nava berxwedanê bibin.”


 ‘PDK’ê hebûna YBŞ’ê qebûl nake’

Jina ciwan ya bi navê Şîlan Silêman jî diyar kir ku PDK’ê ciwanên Êzîdî durî axa wan dixe da ku beşdarî berxwedana Şengalê nebin. 

Silêman diyar kir ku cara yekemîn e ku gelê Êzîdî di bin navê YPŞ’ê û YPJ’ê de hêza xwe ya parastina herêman ava dike û got, “Ji ber ku ne di bin serweriya wan de ye, PDK’ê hebûna YPŞ’ê qebûl nake.”



RÊBER ŞENGALÎ/ANHA/ŞENGAL