Hêzên Asayîşa PDK’ê doh seat 09:00’an avêtin ser ofîsa Navenda Peywendiyan a Jinên Kurd û mohr li deriyê ofîsê dan. Hêzên Asayîşê di dema serdegirtinê de endamên REPAK’ê yên di ofîsê de derxistin derve. Asayîşê deriyê ofîsê bi tiştên di nava wê de mohr kir.

Der barê mijarê de Nûnera REPAK’ê Meral Çîçek da zanîn ku Asayîşê ji wan re gotiye; bi lez ji vir derkevin û derveyî wê ti sedemek nîşan nedaye.  

Li gorî qanûna Herêma Kurdistanê REPAK rêxistineke fermî ye ku Adara 2014’an hatiye damerzandin. Di qada herêmî û navnetewî de bi gelek partî  û rêxistinan re di nava peywendiyê de ye. REPAK tevlî Konferansa cîhanî ya jinan li Nepalê jî bû. Kordînatoriya Rojhilata Navîn a Konferansê jî dide meşandin. 


 HEWLÊR