Bairganên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Eziz Hesen rastî êrişekî hatibûn. Ji van bazirganan Xidir Ezîz Hesen ê di êrişê de ji devê xwe bi giranî birîndar bû, da zanîn ku bi saya serê YBŞ'ê  ew îro sax e. 

Roj bi roj derewên çapemeniya ser bi PDK’ê, lê eşkere dibin. PDK bi rêya çapemeniya xwe êrişî nirx û destketiyên civaka Êzîdî dike, lê derew û îftîrayên wê çi zû û çi dereng lê eşkere dibin. Roja 3'ê Tebaxa 2017'an, welatiyên bi navê Faris Newaf Mihemed û Xidir Eziz Hesen ji Zumarê ji bo bazirganiyê berê xwe dan Şengalê, danê êvarê kesên nasnameya wan nediyar, wesayîta wan rawestand û êrişî wan kir. Piştî êrişê Xidir Ezîz bi rengekî birîndar xwe gihand nuqteyên şervanên YBŞ'ê. Ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve Xidir Ezîz hat parastin û piştî bûyerê şervanên YBŞ'ê gihîştin cihê bûyerê û welatiyê bi navê  Faris Newaf jî xilas kirin lê li rexmê hemû destwerdanan jî Faris Newaf jiyana xwe ji dest da. Pêşî şervanên YBŞ’ê, Xidir Ezîz derman kir û piştre ew gihandin nexweşxaneyeke li navenda Hesekê.

Li ser vê yekê çapemeniya PDK´ê bûyer xistin stûyê şervanên YBŞ'ê û hêzên PKK'ê. Ji bo vê yekê jî tişta ji destê van hat, kirin. Lê şahidê bûyerê Xidir Ezîz ê ku birîndar bûyî û emeliyata wî serketî bi dawî bû, rastiya bûyerê ji ajansa me re vegot û derewên medya PDK'ê lê eşkere kirin.

 

'Deyndarê YBŞ'ê me'

Xidir Ezîz Hesen têkildarî bûyerê got: "Ez û hevalê xwe bazirganiyê dikin. Ji bo bazirganiya pîvazan em hatin Şengalê. Danê êvarê, ji nîşka ve wesayîtek kete pêşiya me û bi çekên ligel xwe, em gulebaran kirin. Hevalê min hinekî ji min dûrtir ket. Çend gule li laşê min jî ketin. Min bi rengê birîndar hewl da xwe bigihînim nuqteya hevalên YBŞ'ê. Dema ku ez gihîştim hevalên YBŞ’ê, wan ez û hevalê  min derman kir, birînên me paqij kirin. Lê hevalê min mir. Birîna min jî giran bû. Ez emeliyat kirim û şikir ez xilas bûm. Çapemeniya PDK'ê derew kirin û got, hevalan li me daye. Ev gotinên hanê bi tevahî derew in. Di serî de Xwedê û pişt re bi alîkariya hevalên YBŞ'ê xilas bûm. Ji ber ku tarî bû me nezanî kê em gulebaran kirin. Lê sivîl bûn û ji bo pereyan li me dan. Hevalên YBŞ'ê ez ji mirinê xilas kirim. Wan gule bernedan me. Xwediyê van derewan bi misogerî derewan dikin. Ez çiqas malavahiya hevalên YBŞ'ê bikim kêm e. Xwedê wan ji serê me kêm neke."

Xidir Ezîz diyar kir ku piştî bûyerê birayê wî Hazim Ezîz Hesen bi rêya hevalan agahî girtiye û piştre demildest hatiye gel wî. Wî jî gelek malavahiya hevalan kir û diyar kir ku ew heta dawiyê deyndarê wan yê jiyanê ye û bi saya wan gihîştiye birayê xwe. Herî dawî got, yên dibêjin hevalan li wan daye, bê exlaqî û derewan dikin. 


 ROJNEWS/ŞENGAL