Çalakiya ciwanan a bi bîsîklet ku bi armanca daxwaza azadiya Ocalan 2’yê Cotmehê li bajarê Strasbourg ê Fransa destpê kir û heta bajarê Cenevre yê Swîsre li ber Neteweyên Yekbûyî wê bidome doh di roja 5. de dewam kir.
Moralê kesên tevlî çalakiyê bûne ku bilind e, ciwan tevî şert û mercên zehmet ên hewaya li Swîsre jî çalakiya xwe bi israr didomînin. Tevî westandinê jî rawestgehên ku bêhna xwe vedidin li ber sirûd û stranan bi coş govendê digirin. Kurdistaniyên bajarên li ser rêya çalakiyê jî seferber bûne. Her wiha ciwan li cihê rawestînê aktîvîteyan û panelan organîze dikin, Kurdistanî û dostên wan ên piştgiriyê didin van çalakiyan. Ciwan ku îro ji Lozanê dikevin rê wê di 9’ê Cotmehê de li Navenda Neteweyên Yekbûyî de dosyaya bi daxwaza azadiya Ocalan, radestî rayedaran bikin û çalakiya xwe bi dawî bikin.
ANF /LOZAN