Pêdivî bi helwêsteke navneteweyî heye
Kemal Akîf: Em bi vegera hemû welatiyên Sûriyeyê re ne, lê divê veger ber bi deverên resen ve be, ango ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê yan hin aliyên din, ev koçber bêne bicihkirin.
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Kemal Akîf bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî destdirêjiyên li Efrînê rexne kir û got, “Ev kirinên Tirkiyeyê li Efrînê metirsiyeke rasteqîn li hemberî siberoja giştî ya Sûriyeyê ye.”
Têkildarî rewşa dawîn a li Sûriyeyê û dagirkeriya Tirk a li Efrînê berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akîf civîneke çapemeniyê kir.
Bêdengiya civaka navneteweyî
Akîf got, dewleta Tirk li Efrînê gelek zevî û malên welatiyan şewitandine û derheqa vê yekê de wiha peyivî: “Ev kirinên Tirkiyeyê li Efrînê metirsiyeke rasteqîn li hemberî siberoja giştî li Sûriyeyê ne. Me gelek raporên çalakvanên mafên mirovan şopandin. Ev rapor rastiya ku li herêma Efrînê û destdirêjiyên dewleta Tirk hemûyan eşkere nakin. Pêdiviya rewşa li Efrînê bi helwêsteke navneteweyî heye. Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên li Efrînê, cihê şermezariyê ye.”
Ber bi parçebûnê ve bibin
Kemal Akîf wekî din ji bo qewimînên dawî ên li Idlibê got, hevdîtinên navneteweyî girêdayî vê mijarê di hemû aliyan de pêk tên û li ser vê yekê wiha axivî: “Em wek Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê van hevdîtinan bi baldarî dişopînin. Bipêşketinên girîng di encama van hevdîtinan de wê pêk werin û bandora wan wê li Idlibê diyar bibe, nemaze wê bandorê li paşeroja giştî ya li Sûriyeyê bike. Tirkiye li Idlibê siyaseteke neerênî dimeşîne û çareseriyan asteng dike û tevliheviyê derdixe. Li Idlibê heta niha helwêsta Tirkiyeyê ne diyar e. Heger danûstandina Tirkiyeyê li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, bêguman Tirk wê hin tedbîran wergirin û wê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibin.”
Hewla guhertina demografîk
Derbarê rewşa koçberan de jî Akîf da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê siyaseta guhertina demografîk li Sûriyeyê dimeşînin û vê siyaseta xwe li ser erdê pêk tînin û got, “Guhertina demografîk ne tenê ziyanê bi yekitiya gelê Sûriyeyê dike lê belê bi giştî siberoja Sûriyeyê pê bi bandor dibe.”
Koçberan dike mesela bazarê
Berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Kemal Akîf got, li ku derê bibe ew wekî alî li dijî guhertina demografîk in û wiha pê de çû: “Em dibînin ku ev siyaseta li Sûriyeyê tê meşandin metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Hemû kesên li derveyî Sûriyeyê jî mafê wan e ku vegerin warê xwe. Lê Tirkiye dixwaze kemberekê li hin herêman çêke û meseleya koçberan di bazarên xwe yên siyasî de bi kar bîne û bi çarenûsa koçberan bilîze. Em bi vegera hemû welatiyên Sûriyeyê re ne, lê divê veger ber bi deverên resen ve be, ango ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê yan hin aliyên din, ev koçber bêne bicihkirin.” ANF/QAMIŞLO