Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo derbarê mijarê de axivî. Ehmed Şêxo destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve hêzên navnetewî û herêmî li gorî berjewendiyên xwe mudaxeleyî Suriyeyê dikin, lewma pirsgirêk kurtir bûye.

Ehmed Şêxo anî ziman ku wan wekî TEV-DEM’ê xeta sêyemîn a li ser bingeha berjewendiyên gelên Sûriyê hatiye avakirin, esas girtiye û bûye hêviya çarenûsa gelên Sûriyeyê.


‘QSD pêşengiya yekîtiyê dike’

Şêxo diyar kir ku li hemberî van pirsgirêkan, pêwîstiya gelên Sûriyeyê bi hêzek ku karibe nûnertiya wan bike û wan biparêze hebû û wiha dom kir: “Bingeha vê hêzê jî YPG û Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk bû. Dema YPG’ê ji cîhanê re isbat kir ku hemû gelên Sûriyê diparêze, êdî bingeha avakirina Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate danîn. QSD jî wê hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze. Baweriya gelên Sûriyeyê heye ku wê QSD guhartinên cidî li ser çêbike û wê bibe bersiv.”


‘Yekîtiya siyasî wê pêk were’

Şêxo bal kişand ku QSD serkêşiya hemleya yekîtiya Suriyeyê dike, lê ji bo ku li tevahiya cîhanê wekî hêzeke rewa bê dîtin, pêdivî bi hêzeke siyasî ku hemû pêkhate cihên xwe di nav de digirin heye. Şêxo ev tişt anîn ziman: “Her du hêz hev temam dikin, hêzek leşkerî û hêzeke siyasî. Rast e belkî îro li Sûriyeyê pêwîstiya zêde bi hêze leşkerî ku hemû pêkhateyan biparêze heye, lê bêyî hêza siyasî jî nabe. Aliyên leşkerî dest bi hemla yekîtiya Sûriyeyê kirin û serkêşiya QSD dike. Lê ku ji bo dengê wê li cîhanê belav bibe û rewabûna wê mayinde bibe, pêwistî bi avakirina hêzeke siyasî heye. Em wekî TEV-DEM’ê ji bo avakirina hêzeke siyasî ya Sûriyeyê amade ne û ji dest pêka şoreşa Sûriyê ev banga me heye.”

Şêxo got divê serokên êlan, xwediyên projeyên ji bo  Sûriyeyê û hêzên siyasî yên her pêkhateyan li dora Hêzên Sûriyê Demokratîk kom bibin û hêzeke siyasî ava bikin.

Her wiha Ehmed Şêxo  anî ziman ku hêviya wan hey  wê di demeke nêz de hêzeke siyasî ava bikin. 


KENDAL CÛDÎ/ANHA /KOBANÊ