
Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley: "Pêşnûmaya Konfederalîzma Demokratîk, dê ji bo pirsgirêkên ku demeke dirêj e li Rojhilata Navîn hene bibe bersiv. Ji bo wê pêdivî bi dengê Ocalan heye."
Ji Zanîngeha Cambrîdgeyê berdevkê heyetê Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley bi bîr xist ew di Sibata 2016'an de ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine Tirkiyeyê, lê belê Wezareta Dadê bersiveke neyînî daye wan û wiha got: "Piştî vê bersiva neyînî, me hevdîtin û serdanên ku berê plana wan kiribûn çêkirin û me çavdêriyên xwe ragihandin Konseya Ewropayê. Piştî ragihandinên me Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî ket nava hewldanan û di dema tecrîdê de bi Ocalan re hevdîtin çêkir."
Miley, diyar kir ku ew dizanin dê perspektîf, fikir û pêşniyarên siyasî yên Ocalan îstikrar û aştiyê pêk bîne û ji ber vê di vê pêvajoya bi sancû ya Rojhilata Navîn wan xwetsiye bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin û wiha axivî: "Ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêşnûmayeke siyasî ya Ocalan heye. Pêşnûmaya Konfederalîzma Demokratîk, dê ji bo pirsgirêkên ku demeke dirêj e li Rojhilata Navîn hene bibe bersiv. Ðêdiviya mirovan bi bihîstina dengê Ocalan heye. Wek Mandela, ji bo aştiyê rolekî mezin a Ocalan heye. Tecrîdkirina Ocalan, tê wateya tecrîdkirina hemû kurdan, tê wateya binpêkirina mafên hemû kurdan. Ji ber vê me dîsa xwest ji bo hevdîtina bi Ocalan re em serlêdanê bikin û em li benda bersivê ne."
'Şîdeta dewletê dibînim’
Miley, diyar kir ku wan vê carê dîmena Tirkiyeyê baş nedîtiye û wiha axivî: "Bi awayekî zêde şideta dewletê dibînim. Hem jî dibînim ku bi awayekî zaf zêde binpêkirina mafên mirvan zêde bûye."
Miley, dest nîşan kir ku pêkanînên salek du sal e li herêmê tên jiyîn li Ewropa û cîhanê nayên bihîstin û wiha got: "Hinekî jî mebesta serdana me ev e. Yanî em qewimînên li vir ragihînn."
Miley wiha axivî: "Kurd bi nirxên wek aştî û demokrasiyê di riyeke rast de ne. Ev nirx, tenê ne ji bo çareseriya pirgirka kurd a li Tirkiyeyê, tekane hewcetiya gelê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê em di rojên tarî de ne, lê em dizanin ronahî piştî tarîtiyên herî dijwar hiltên. Di çûyîna ber refarndûmê de, bi rastî jî dema ez pêkanînên liv ir difikirim, dilê min rastî qeyranan tê. Dizanim mirovên li vir wêrek in, lê dixwazim wêrektir bin."
AMED