Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan, Evgîn Turker, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ne ji bo Kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn sembol e û got, “Pêdiviya hemû gelan bi felsefeya wî heye.” Turker destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.
Turker her wiha Endamê Dîwanê yê Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e jî. Wî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Divê demidlest dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Eger dawî li tecrîdê bê, yekîtiya gelan wê xurtir bibe.”
Turker ji bo îşaret i rijdiya tecrîdkirina Ocalan bike got, “Li cihanê gelek rêber û pêşeng hatin girtin. Lê tu rêber û pêşeng wek Birêz Ocalan bi awayekî giran nehat tecrîdkirin.”
Turker, diyar kir ku tecrîdkirin ne çareserkirin e û got: “Eger Dewleta Komara Tirkiyeyê dixwaze bi Kurdan re li hev bê, divê guh bide Ocalan. Divê biçin guhdariya Birêz Ocalan bikin.”
Tecrîd ji bo berahevdana gelan
Turker, bal kişand ser diyaloga di navbera 2013-2015’an de û got, “Hemû gelan wê demê sûd ji wan fikr û pêşniyazan wergirt. Bi rastî jî welatê me rihet bû. Em Suryanî xwedî li wê pêvajoyê derketin. Lê mixabin, hîn jî serdest dixwazin gelan bera hev bidin. Dixwazin xwîn biherike.”
Turker ji bo pêvajoyeke çareseriyê banga demildest hevdîtinên bi Ocalan re kir û wiha peyivî: “Divê demildest dawî li tecrîdê bê. Çimkî Ocalan tenê ne ji bo Kurdan ji bo hemû Rojhilata Navîn sembol e. Pêdiviya hemû gelan bi felsefeya wî heye. Di pêvajoyeke wisa de pêdiviya gelan bi wê felsefeyê heye. Tenê bi vî awayî xwîn dikare bisekine.”
Turker, anî ziman ku çalakiyên ji bo bidawîbûna tecrîdê tên kirin kêm in û banga zêdekirina çalakiyan kir.
MA/AMED