Cemal Şêx Berkir bal kişand ser pêdiviyên lezgîn ên hin cureyên dermanan û got: “Pêdiviya Kantona Kobanê bi hemû cureyên dermanan heye, lê hin cureyên derman bi awayekî lezgîn lazim in û ev derman niha li Kobanê nayên peydakirin. Dermanên herî pêwîst jî hemû cureyên serumê, dermanên nexweşiyên wekî, ‘iltîhab, mîkrobên xwînê, pêvedana dupîşk, mar û kuçikan, şekir, tansiyon û meede.”


Bang li saziyên navdewletî kir

Cemal Şêx Berkir bang li saziyên navdewletî kir ku ji bo vekirina herdu deriyan û derbaskirina dermanan ji bo Roajavayê Kurdistanê têkevin nav hewildanan.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ku piştî rizgarkirina Kobanê li herêmê xizmeta tenduristiyê dike, di çarçoveya xebatên xwe de ji navendên xwe yên li Ewropayê alîkariya dermanan xwest. Li ser vê yekê ji paytexta Holanda Amsterdamê derman hatin şandin. Lê dermanên ku heta navçeya Pirsusa Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê hatin, li vir ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin astengkirin. 

Reyadarên AKP’ê  ev zêdetirî 2 meh in tu hincet nîşan nedane û nahêle derman bêne derbaskirin. Di heman demê de PDK’ê jî riya AKP’ê şopand û rê neda ku derman derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.


ANHA/KOBANÊ