
Komxebata KNK-Rojava dewam dike. Di axaftinên komxebatê de hat gotin pêdiviya Kurdan bi yekîtiyê heye. Hevdîtina Şêwirî li Rojava bi axaftinan dewm dikir. Di axaftinan de hate gotin, pêdivî bi yekîtiya Kurdan heye. Hevdîtina Şêwirî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Rojava li Salona Sendîkaya Karkeran a bajarokê Rimêlan ê ser bi Girkê Legê li Qamişloya herêma Cizîrê bi beşdarbûna 170 delegeyan pêk hat. Nûnertiya hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî di civînê de amade bû. Her wiha kesayetên serbixwe ji Şam û deverên din jî beşdar bûn.
Mayîndekirina yekîtiyê
Şêwrê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebulkerîm Umer axivî û destpêkê bixêrhatina şandeyên ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê kir û wiha peyivî: “Em hêvî dikin ku di encama nîqaşan de biryarên ku xizmeta gelê Kurd bike werin standin. Ew biryar yekîtiya gelê Kurd xurt bike, em hêvî dikin ku di sedsala 21’an de hemû pirsgirêkên gelê Kurd werin çareserkirin û gelê Kurd yekîtiya xwe mayînde bike.”
Têkiliyên di navbera hêzên sereke pêwîst e
Di dewama şêwrê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Serûxan axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û hêvî kir di nîqaşan de rêbazeke yekbûyî ji gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê derkeve holê û wiha peyivî: “Kurdistan di qonaxeke zehmet re derbas dibe. Li ser vî esasî divê di hundir de lihevkirinek pêk were. Divê zemînê yekîtiya hêzên Kurdî were amadekirin, ji ber vê yekê dive bingeh were amadekirin û têkilî di navbera hêzên sereke de were bipêşxistin.”
Piştre jî belge û rêgezên bingehîn ên yekîtiya niştimanî ji aliyê Endamê KNK-Rojava Luqman Ehmê ve hatin xwendin.
Ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin
Sekerterê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdî li Sûriyê, Hemîd Hec Derwîş jî di Şêwra Rojava de ji hêz û partiyên siyasî yên Kurdî xwest ku ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin. Hemîd Hec Derwîş destpêka efsaneyên YPG û YPJ`ê ji bo parastina Rojava bi bîr xistin û wiha pê de çû: “YPG û YPJ`ê axa welat parastin û bi saya wan herêm bi ewle bû û nehîştin ku binesaziya Rojava werê rûxandin. YPG û YPJ tacên serê me ne”.
Derwîş di berdewamiya axaftinên xwe de, ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde. Wî ji hêz û partiyên siyasî yên Kurdî xwest ku dûrî kêşeyan bikevin û ji bo yekrêziya Kurdan, kar bikin. Hemîd Hec Derwîş bi bîr xist ku pirsgirêkeke di navbera du partiyan de, mafên ti aliyan tine ye ku deriyên mirovahî li hemberî gelê Kurd bigre, û bi van gotinan rexne li girtina deriyê Sêmalka girt.
Her wiha Hemîd Hec Derwîş ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwest ku buroyên ne ruxsetkirî yên partiyên Kurdî ku ji ber ne li gorî qanûnên Rojava tevgeriyabûn û hatibûn girtin, vekin.
Em derî li destwerdana derve bigirin
Hevseroka KNK`ê Nîlûfer Koç jî di Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de axivî û got, “Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin”.
Nîlûfer Koç di destpêka axaftina xwe de got, hemû hêzên ku Kurdistan dagir kirine tevî nakokiyên di navbera xwe de ji bo dijberiya gelê Kurd bûne yek û wiha dewam kir: “Me dikarîbû, bersiva hemû astengiyên li pêşiya gele Kurd bidin. Mînaka wê jî, heger PDK tevlî Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya li Silêmaniyê bibûya, wê dinyayê hemûyî piştgirî bida referandûmê.
Ji ber tunebûna hêza me, me nikarbû Qadî Mihemed, Şêx Seîd û rêberên xwe yên din biparêzin. Lê îro em xwedî hêz in û pêwîst e em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dîl girtin, biparêzin.
Dijminên gelê Kurd dev ji hemû nakokiyên di navbera xwe de berdan û li dijî îradeya gele Kurd bûn yek. Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên me de bigrin. Ji ber vê yekê jî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê erkeke li ser milê hemû Kurdan e û dem hatiye ku em nasnameya 50 milyon Kurdî mayînde bikin.”
Bi nêrînên cûda kongre
Gelek nihêrînên cûda di Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de derketin holê, lê hemû aliyan li ser wê yekê li hev kir ku civaka Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, ji ber vê yekê pêwîstî pê heye ku hemû alî hêza xwe bikin yek, lêvegera siyasî were avakirin û Kongreya Neteweyî pêk were.
Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de doh Hevserokê PYD`ê, Şahoz Hesen jî axivî û destnîşan kir ku partiya wan her tim ji bo mafê gelê Kurd têkoşiyaye û heta niha jî dewam dike û wiha pê de çû: “Em yek ji wan hêz û partiyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava ava kirî ne û bi saya hevgirtina me îro em gihîştinê vê qonaxê. Her wiha, em yek ji partî û hêzên ku Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ava kirî ne. Ev gavên ku li Rojava hatin avêtin, ji bo herêmê encamên erênî bi xwe re anî”.
Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen got, gelê Kurd di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe, ji ber vê yeke pêwîstî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heye. Serkertêrê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Salih Kedo jî axivî û anî ziman ku civaka Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û tê xwestin ku ew li gorî pêdiviyên gelê Kurd bin û wiha domand: “Li her çar parçeyên Kurdistanê astengiyên mezin li pêş me hene, ji ber vê yeke jî pêwîst e di demeke pirr nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê em li dar bixin”.
GIRKÊ LEGÊ