Hin caran bûyer û pêşketinên wisa diqewimin ku, însan xwe bi xwe dibêje, difikire, "gelo ji nû ve bibîranînek hewce ye ji me re"? Bibîranînên sedema meşa me, ango nirxên esas a li ser vê rêç û şopa me... 

Ev diyar e ku şer, ji bo şer nîne, ji bo jiyaneke aşitiyane ye.

Lê jiyaneke aşitiyane jî, hema bi gotinê nabe; bi xwestinê kes nade; hin hewcetiyên wê hene... Jiyaneke aşitiyane tevî naveroka xwe, dibe jiyaneke aşitiyane... Di vê naverokê de yekemîn xal jî, rûmet e... 

Çi ku jixwe sedema şer jî tunebûna rêz û îhtiramê, ango bi tevahî têkçûyîbûna "rûmetê" ye…  Divê neyê jibîrkirin, ya ku ev şerê hanê da destpêkirin jî, bêrûmetî ye... Çi ku gava li cihekî bêrûmetî hebe, her çiqasî şer tunebe jî, aşitî jî nîne.  Bi kurt û kurmancî; şert û mercên jiyaneke hevbeş bi rûmetê dest pê dikin, diçe serî, bi bêrûmetiyê  bi dawî dibin, hildiweşin, tên xwarê. 

Rûmet, bi şiklekî qebûkirinê peyde nabe. Ji bo wê jî dadwerî esas e. Ger jiyan bi dadwerî nebe, çi rûmet, çi aştî çênabe, nayê damezrandin. Rûmetdayîn û şêweyekî bi dadwerî, bingeh e. Ger ev bingeh neyê raxistin, jixwe rewş rewşa şerê ye.  

Şer jî wek şelavkekê ye, ger ew şerê hanê şerekî avakirinê, şerekî rûmetê, şerekî dadweriyê û bihevrejiyanê nebe, êdî ew şer dê her tişta ku bi hêstên însanetiyê ve hêstê avakirin hil dide ber xwe û dixişikîne. Kîn û hêrs biserdikeve, hişmendî diçilmise, qels dimîne. 

Di şerekî bi vî rengî de xelet karkirin, pratîka xeletî sedî sed e. Çi ku wê çaxê xeletî, wek şûrekî tûj li dora me dizîvire, me dorpêç dike, her livîna şûrî ji bedena me parçekî jêdike û dibe, me diêşîne, êş heta kezebê tesîr dike, bi tu awayî dernayê, hemû hêstên mirovî hêdîkana qels dibin, hêdî hêdî hêza xwe wenda dikin, roj bi roj giraniya xwesteka bihevrejiyanê berhewa dibe, ê li ser vê dinyayê tena bi ser xwe jiyan jî nîne... Li tu cihekî nîne... Ne di xwezayê de, ne di hêst û wêjeyê de, ne jî di dil de heye jiyaneke tena bi serê xwe. 

Ji ber vê yekê; ne tenê huner, wêje, avasazî, an jî her wekî din, tevgerîna şoreşê, divê di şerî de jî tevgereke avakirinê hebe. Avakirina însan, avakirina hestên erênî, avakirina jiyan a hevbeş, avakirina hevparî, avakirina wekhevî, ango di her warê danehevî ya mirovahiyê de meş... Da ku di hebûna mirovahiyê de çi taybetmendî, çi hêjahî, çi pîvan û nirx hene, li ser avakirina van hemûyan bi xebitîneke şoreşgerane şer bikin… Çi ku şoreş, di heman demê de şaşitiyên ku li ser "însan"ê de bûne desthilatdar, ji bo hilweşandina wan û avakirina rastiyê dibe şoreş, an jî em dikarin bêjin, ger şoreş xwedî van armancan be, şoreş e...  

Ya min, ez dibêjim, ev rojên ku ji bo şoreşa Kurdistanê têra xwe bi tûnêlên xeteran ve tijî ye, em jî bi zorê di vir re derbas dibin, divê destûr neyê dayîn ku biryara qirêj a desthilatdariyê paqijiya şoreşê tarî bike.