Mûşekeke Pegasus XL doh sîstemeke satelîtê ya bi navê Cyclone Global Navigation li dora dinyayê bi cih kir. Ev roket ji balefirekê tê berdan û bi vê yekê gelek enerjiyê teserûf dike. Pegasus XL mûçekeke bi perik e û ji bo bicihkirina satelîtan weke peyk li dora dinyayê tê bikaranîn. Balefira ku roketê hildigire heta bi qederê 12 hezar metroyan bilind dibe û mûşekê berdide. Mûşek jî paşê di nava deh deqîqeyan de digihîje menzila xwe ya li dora dinyayê û peyka xwe bi cih dike. Doh balefira tîpa L-1011 ku ji bo hilgirtina van mûşekan hatiye sêwiradin ewle li baregeha xwe vegeriya. WASHINGTON