Nivîskar Kamran Simo Hedilî di romana Pêjna Baranê de hişyarbûna neteweyî û veguherîna 35 salan vedibêje.
Serdar ê ku 35 salan di nav Tevgera Azadiya Kurd de şer kirî û bi nexweşiya pençeşêrê ketî, piştî ku ji bo dermanbûnê dikeve nexweşxanê, roman dest pê dike. Li nexweşxanê muhasebeya 35 salan dike. Romannûs Kamran Simo Hedilî got, wî di romanê de geşbûna tevgera ciwanan a li Kurdistanê, avaniya civakî ya gel, di pêvajoya rêxistiniyê de nêzîkatiya li şoreşgeran û veguherînên di nav vê pêvajoyê de vegotine. Hedilî got, PKK'ê li Kurdistanê ronesans û şoreşeke zêhnî pêk aniye, ev guherîn ne bi hêsanî bûye, fedekariyên mezin hewce kirine. Hedilî ji bo romanê jî got, di şexsê lehengên romanê Serdar û Baran de wî hewl daye ku balê bibe ser fedekariyên şoreşgeran.
Xelkê hêviyên bi Apoyiyan digotin
Hedilî şerê pêşî yê di navbeyna şoreşgerên Kurdistanê û polîsan de kir ku gel bibe xwedî hişmendiyekê û bi xwe bawer be û got, ''Di şerekî biçûk de jî gel ji hev re digot, şoreşgeran daye pey polîsan, polîsan xwe li qereqolê girtiye, lê li wir jî bi ser wan de girtine. Behsa wê yekî dikirin ku Apoyiyan li bin Erdê bajar ava kirine. Gel ne ya bûyî, hêviyên xwe digotin.''
Hedilî got Serdar û evîna wî ya zaroktiyê Bahar ji ber ku di nav şoreşê de bûne, negihane hev û Bahar bi êrişeke artêşa Tirk şehîd dikeve û wiha dibêje, ''Ciwanên Kurd ên ku evîndarên hev bûn, ji ber ku tevlî nav şoreşê bibin dev ji daxwazên xwe qeriyan. Wan evîna xwe ya şexsî fedayî evîna xwe ya li gel û şoreşê kiriye. Bi vê fedekariyê û berdêlan Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê mewzî bi dest xistin.''
Kamran Simo Hedilî her wiha got, di romana xwe de zehmetiyên li cografyaya Kurdistanê, zehmetiyên ku gerîla zivistanê dibînin û ji bo ku heq ji vê derkevin, afirîneriya wan jî vegotiye.