Pêjin, dengekî veşartî ye.  “Xwedawo!”, hawara bi deng, hêviya bi destîniyê ve girêdayî!...
Ev gotina destpêka romana Reşad Sorgul  Pêjna Feqî ye. Nivîskar pirtûkê wek çîrok bi nav bike jî, di keys, qazkirin û hunandina bûyeran de tevna romanê ye.  Di ‘yekpare’tiyê de, lêgerîna mirovbûnê, di mirovbûnê de bidestxistin û zemtkirina nasnamê ye. Belkî di şoreşê de lêgerîna mirovê ronesansê ye. Ji ber ku di Pêjna Feqî de, lêgerîna kevneşopiya kulturê, mîrateya dîrokê heye. Bêyî fêrbûna kevneşopiya kultur  û dîrokê mirovê ronesansê dernakevê holê.
Pêjna Feqî,  bi lêgerîn û vekolîna bîrdoza lehenga romanê Sara, xewn û xeyalên nivîskar  hene. Dema Sara li balefire suwar dibe, nakokiya dilê wê, bextewarî û tirs dibine mar; “xem û şadî  mina du maran di nava dilê min de” xwe li hev ba didin. Lêgerîna li pey pêjna kevneşopiyan, mina dewsa li ser berf û xweliyê ye. Tav, yanî germahî berfê dihelîne, ba jî xweliyê dibe bela dike. Dîse jî, Sara bi gotina Şêx; mirova “li pey heqîqetê ye.” Vê yekê jî bi felsefê rêkûpêk dike. Karekî zor e, dîse jî Reşad Sorgul, hêdî hêdî û di pêvajoya herka romanê de,  buyer  bi felsefê  pêça ne,  di evîna rastiyê de dixwaze xwe bigihîne “wahdet-ul wucud”…  Ji bo vê hunerzaniyê, ligel hêz û têgihiştina  kultura maddî, hêz û têgihiştina kultura meddî bikaraniye. Nivîskar ev hêz jî  zemtkiriye û estetîze kiriye.
Bîrdoza Sara û rasthatina Newrozê, têgihiştin û zanebûna apê Sara ya klasîkên Kurdî, ji bêrîkirina gerilayê dildarê  Sara û heta gihiştina Şêxê li Cizîrê; ji axaftina di navbera Sara û Şêx de;  gotina “Bêyî wî (Beko), Mem û Zîn, nabin Mem û Zîn”, binyata wê felsefê ye. Vêce di romana Pêlna Feqî de, felsefeya civakî û zanistî ligel hev û li gorî herka bûyerê hatiye vegotin.
Sara hemdemî ye, li Ewropa mezin bûye; bi lêgerîna li pey Pêjna Feqî û eşqa di klasîkên Kurdî de; ya rastî gera li nasnameya xwe ye. Hinekî nivîskar e, têkoşîna gelerî ye, hinekî Tevgera Azadiya Kurd e.  Ji ber ku Sara, heqîqatê ji evîna li gel Azad bêhtir, di eşqa klasîkan de, di xewnên xwe de, ligel Feqî, ligel Şêxê Senan dibîne. Vegera li cenazeyê Şêx jî mînaka vê ye.
Ji ber ku, di şopandina evîna di klasîkên Kurdî de, armanca eşkere kirina rastiyê heye. Atamnca rêkûpêkkirina sosyolojiya civakî heye.
Klasîkên Kurd, mina yên cîhanê, belkî hinekî zêdetir;  geh lîrîzmê, geh epîkê  diqîrin. Romantîzm û humanizm ligel hev, geh dibe gurzê Rastemî Zal, geh  dibe evîna Zembîlfiroş, Ferhad, yan jî bi evîna Ezda-î ya Şêxê Senan.
Nivîskar di xewnên Sara de, reng û temtêla karkirina mêjî  dike bin pîvanê. Guman dikim ku xwendevan jî, di herka romanê de  wê xwe bikin bin heman pîvanê. Dema xewnek, xeyalek pêsîra mirov bernede, dive mirov rîtm û nîgariya mêjiyê xwe bike bin lêpirsînê. Ji xwe Sara jî, tewanbariya doktora xwe Mariyana, ku kesayetên Rojhilata Navîn mazoşîst bi nav dike, red dike û xwe berdidê “bîra dilê xwe”  dibêje; “Ez  jî di navbera jêr û jor de mabûm” û “kalemerekî heştê salî hebû, li ber sêdarê rawestiya bû. Kes li dewrûberê tine bû. Bajar bêdeng bû. Bêhna mirinê jê dihat.”  Kalemêrê  ku heştê salên temenê xwe bi eşkence, girtin, kuştin, dardekirin, talankirin, koçberkirin û tenêbûnê xwedî kiribe; eger têkoşînê bike, serhildêr be, çima dibê mazoşîst? Zext, zor, êşkence, parçekirin, îradeşikandin, tewanbarî, û cendereya psîkolojîk hîna di zikê dayikê de, dibe bingeh û binyata „mazoşîst“ê. Şer suc, gunehkarî yê lê esker bêguneh in: Tez û antîtez!...
Di “Pêjna Feqî” de, lêgerîna şopên pêr, doh, îro û sibe heye. Ji ber ku nakokiya di navbera malbatê de encama dagirkeriya xedar û kujer e.
Sara, rewşek anormal dîbîne, nakokiya navbera Ap û Bav, rengê anormal e; nakokiya gerilayê dildarê Azad û Seydo xeleka şikestî ye. Li Amedê, ligel Apê xwe, di Newrozê de û li Cizîrê, mala Şêx hinekî bi rastiyê re, rû bi rû tê…
Dema ku Newroz û rengê pîrozkirina cejna Newrozê dibîne,  hasten wê diguherin. Binyata lêgerîna diyalektîka civakê fêm dike. Lê sererast nake. Heta kuştina Şêx jî vê ratsiyê di serê xwe de sererast nake.  Belkî di vê nakokî û tênegihiştinê de sucê kurapê wê Rustem heye. Nivîskar ev alî eşkere nekiriye. Rustem, ji aliyekî ve şagirtê bavê xwe ye, ji aliyekî ve mirîdê Şêx e. Car caran hewl dide ku vebe, lê dîse devê pencera mêjiyê wî tê girtin, kin dibire. Çima ?..
Dudiliya Sara normal e. Du marên xwe li hev badidin, nokakiya  wê ye. Lê Apê wê, vê nakokiyê ji hole radike. Ne bi giştî be jî, bi bersivên xwe, aveke sar bi ser dilê wê de dadike û dilê wê rehet dike. Biryardariya wê, ya li hemberî kuştina Şêx jî ji vir tê. Wexta  bihîst ku Şêx ji aliyê dijmin ve hatiye kuştin, perde vedibe, ava kimyewî ya mêjiyê wê difûre…         
Bê çiqasî bawerî, bandore li pratîkê bike, pratîk jî hewqasî bandore li bawerî û hişmendiyê dike. Xewna Sara dijwar e, pêjnê dike, bersivên Apê Sara hinekî rê vedikin, lê têra fêmkirina Sara nake. Kultura Ewropa,  lêgerîna li rastiya li welat, evîna di klasîkan de hev temam nakin. Nivîskar, kêmasî nekirine, lê teng girtiye dest. Dibêjim; eger bêhna fereh dabane xwe, dikarîbû bêhtirîn vebêje û rastiya pêr, doh, îro û sibe wek bersiva Sara bide. Di vegotina hunandina romanê de, meraq û daxwaza xwendekar jî dikarîbû bêhtirîn bi cih bibe.  
Dîse jî; Ji bo naskirina xewn û xeyalên nivîskarekî, dive mirov nivîskar bi jiyana wî û kariyera wî ve nas bike. Ji ber ku jiyana nivîskar ya berî xewn û xeyalan jî heye. Ev jiyan hinekî bi destîniya civakê ve girêdayî ye.
Lehengên romana Reşad Sorgul, parçeyek ji jiyana me ne. Hişmendî û dîmenên nivîskar, di hişmediya xwendekar de mijûmoranê, xirdikê  çênake;  vekirî, zelal datîne hole. Bi kurtî; em in di romana Pêjna Feqî  de;  çavkaniyên di serê nivîskar de jî neynika me ne û ligel me ne.  Pêjna Feqî, hem çîroka nivîskar e, hem çîroka me ye; lê ji çîroka me bêhtir, sifra li ber me hatiye danîn e. Hinekî destînî, hinekî berxwedan, kûdandina li pey destîniyê ye.
Bi lêgerînê destpêbike jî,  têkoşîna pir-alî ye!...