Li kantona Cizîrê li baregeheke eskerî ya perwerdeyê, rojnamevan rastî ciwanên ji Kanada, Emerîka, Franse, Îtalya û Elmanyayê tê ku hatine şerê DAIŞ´ê bikin û alîkariya insanî bikin. Rojnamevan dibêje, “Lê ji bo pirraniya wan mesele tişteke din e: ew dixwazin utopyayekê pêk bînin, xeyala civakên îdeal ên ji binî ve demokratîk û adil.”
Georg ê ji Chicago 24 salî ye û dibêje, “Li vir ast û payeya te ne girîng e, herkes wekhev e”. Rojnamevan bi grîngî îşaret pê dike ku George dibêje şerê li dijî DAIŞ´ê girîng e, lê li Rojava mesele ji vê û wê de ye, mesele avakirina modeleke nû ya civakî ye.
Rojnamevan bi baldarî îşaret pê dike ku li cihê perwerdehiya eskerî, her kes ji hev re dibîje “heval” û bîhna civak û komuna gundewarî ji her derî difûre. Fermandar Sason jî dibêje, ji derveyî welêt bi hezaran kes dixwaze tevlî nav refên wan bibin, lê ew dineqînin wan kesan ku bi rastî doza demokrasiyê dikin.
Yek ji şervanan ji Elmanya ye, û ew bi navê xwe yê qelp Michael, dibêje, ew ne ji bo şer lê ji bo ku di warê medyayê de şoreşa Rojava bide nasîn hatiye Rojava û perwerdehiya eskerî jî ew dike ji bo ku heke biqewime û xwe û hevalên xwe biparêze. Michael ê 22 salî ji derdorên çepgir e û heyranê demokrasiya jibinî ve û wekheviya cinsan e di nava Kurdan de. Herçî Heval Xeber ê ji Quebecê ye dibêje, “Ev weke hingê li nav çerê navxweyî yê li Sanyayê ye”.
NAVENDA NÛÇEYAN