Nûnertiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) ya Enqere piştî li girtîgehên Amasya, Nevşehîr û Yozgatê piştî di rojên dawî de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn ziyaret kirin.
Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqere du hefte berê li girtîgehên Deryaya Reş û Anatoluya Navîn ziyaret pêk anîn. Nûnertiya TUHAD-FED'ê li ser giliyên û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên bi rêz girtîgeyên tîpa E ya Amasya, Nevşehîr û Yozgat ziyaret pêk anîn û rastî binpêkirinên mafên mirovan hatin. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Havva Ozcan ziyaretên pêk anîn nirxand û diyar kir ku sewqa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Amasyayê nayên kirin û wiha got: “Girtiyên nû rastî lêgerîna tazî tên. Li hucreyên 3 kes lê dimînin 6 kes lê dimînin. Şertên fîzîkî yên girtîgehê li gorî jiyana mirovan nîn e. Bi taybet hucreyên 11 û 12'emîn bi rutubet in. Kalorîferên dixweştin ji ber ku fîltresya wan tuneye hurce dibin mijê de dimînin. Ji ber şertên fizîkî yên girtîgehê û nema wê zêde ye girtî bi nexweşiyên astim û bronşîtê dikevin. Heke tedbîr neyên girtin dê hemû girtî bi nexweşiyên astim û bronşîtê bikevin. Rêveberiya girtîgehê giştînameyên Wezareta Dadê û Saziya Înfaza Ceza li ber çavan nagire. Rêveberiya girtîgehê li gorî înîsiyatîfa xwe tevdigere. Ji ber rêveberiya girtîgehê guherîna pirtûkan pêk nayê. Pêkanînên rêveberiya girtîgehê dibe ku bibin sedema provokosyonê."

Personelê girtîgehhe jî bêzar e

Nûnertiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan Havva Ozcan, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê jî heman pirsgirêkên tên jiyîn û 6 girtiyên ji Girtîgeha Sîlîfkeyê sirgûnî Girtîgeha Nevşehîrê hatin kirin hêj di koguşên muşadeyê d etên girtin. Ozcan, bilêv kir ku ligel daxwaza 6 girtiyan a koguşan heye dîsa jî hilnagirin koguşan û wiha pê de çû: "Midûrê 2'yemîn ê Girtîgehê Hamît Karslioglu yê ku 5 salin li Girtîgeha Nevşehîrê peywirdar e girtîgehê li gorî fermanên xwe rêvedibe. Tu daxwazên girtiyan li ber çavan nayên girtin. Personelên girtîgehê jî ji van pêkanînên Karslioglu bi gîlî ne. Karslioglu bi raman kargeriyê li girtîgehê rêveberiyê dike. Li gorî înîsiyatîfa xwe girtiyan diavêje hucreyê. Midûrê girtîgehê ji ber vê helwestê girtiyên bênsewqên jî sewqên wan red dike. Heke helwesta midûr berdewam bike û bûyerên pêk bên berpirsiyarê wê Wezîrê Dadê ye. wan derketin jî nayên sewqkirin û sewqkirina wan tê taloqkirin. Midûrekî 5 salan girtîgehekê rêvebibe bi guman e.Heke ev pirsgirêk wisa berdewam bike em dê derbarê midûr de serlêdana sûç bikin."

Hem darp kir û hem jî sirgûn!

Nûnera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan, diyar kir ku ji Girtîgeha Dîlokê 4 girtî sirgûnî Girtîgeha Yozgatê hatin kirin û sedam sirgûnê 3 gardiyana di dema sohbetê de lêgerîn kirin bû. Ozcan, anî ziman ku piştî girtiyan destûra lêgerînê nedan gardiyanan dûjîn li girtiyan dan û bi ser wan de çûn û wiha got: "Girtiyê bi navê Mehmet Çelîk avêtin hûcreyê û serê wî derî dixin. Piştî vê bûyerê rêveberiya girtîgehê derbarê girtiyan de serlêdana sûç kirin. Piştî serlêdana sûç girtî sirgûnkirin. Hêj girtî nehatin sirgûnkirin cezayê hucreyê yê 20 hate dayîn. Li girtîgehê lêgerîna tazî pêk tên. Girtiyê bi navê Nuh Taş li hemberî vê yekê derket û rastî darpkirina gardiyanan hat. Girtiyên ji Yozgatê re tên sirgûnkirin di koguşan de na di odeyên muşadeyê de tên girtin. Li wan odeyan nem gelek zêde heye. Girtî ji bo derbasî koguşan bibin serî li Wezareta Dadê didin lê daxwazên wan bi cih nayên. Girtiyan got heke daxwazên wan bi cih neyên dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin." 

DÎHA/ENQERE





Name û kartên Kurdî tên astengkirin


Girtiyên jin ên PKK'î û PAJK'î li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimînin diyar kirin ku nameyên wan ên Kurdî tên qedexekirin.
Girtiyên jin ên PKK'î û PAJK'î yên Girtîgeha Girtî ya Jinan bi nameyekê bal kişandin ser pirsgirêkên xwe. Jinan di nameyê de diyar kirin ku piştî rêveberiya girtîgehê hat guhertin binpêkirinên mafan jî zêde bûn û wiha got: "Li gel ku di rêziknameyê de mafê me heye jî dîsa li gorî xwe tev digerin û bi awayekî keyfî mafê me binpê dikin. Em dibînin ku heta niha mafê di destê me de yek bi yek ji destê me tê girtin. Midûrê Girtîgehê Îrfan Gultekin, li gorî polîtîkayên AKP'e tev digere.
Girtiyên jin anîn ziman ku kart û nameyên wan ên Kurdî bi awayekî keyfî tên astengkirin û wiha gotin: "Bi awayekî fîîlî û keyfî nameyên me yên Kurdî asteng dikin. Kartê me yê herî kin jî ji bo tercûmyê dişînin Midûriyeta Polîsan û dixwazin tercûme bikin. Hemû pêdiviyên me tên astengkirin. Li şûna ku em ji derve bistînin, dixwazin ku em hemû pêdiviyên xwe ji kantînê bistînin. Disa pêdiviyên ku em ji kantînê distînin 2 qat buha difiroşin me. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî bazirganiyê li girtiyan dinere. Li gel ku girtîgeha em lê dimînin girtîgeha jinan e jî dîsa hemû pêdiviyên me nabersivîne. Li girtîgehê gelek girtî bi awayekî keyfî tên sirgûnkirin û rastî binpêkirina mafan tên. Em dibînin ku rêveberiya girtîgehê dixwazin her tiştî sor bikin û rakişînin. Em serî li dozger didin, lê helwesta dozger jî ji ya rayedarên girtîgehê ne cudatir e. Em bang li cemaweriyê dikin ku li hemberî van pêkanînan bi hestyar tev bigerin."

Ji bo girtiyê nexweş banga alîkariyê

Ji aliyê din ve girtiyê bi navê Mete Dîş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê dimîne, li gel teşhîsa nexweşiya penceşêrê lê hatiye kirin, dîsa serbest nayê berdan. Dîş ku rakirin beşa lezgîn û penceşêra tîmorê di hêgên wî de derketin emeliyet kirin. Doktoran diyar kirin ku, gumana ku penceşêr li bedena Dîş belav bibe jî heye û sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê kirin.
Parêzerên girtî Dîş bi raporan serî li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê dimînin diyar kirin ku, li gel dixtoran teşhîsa penceşêrê daniye û nexweşiya wî girane jî Dîş serbest nayê berdan.
Girtiyan di derbarê rewşa Dîş de nameyek ji DÎHA re şandin diyar kirin ku, Dîş di 19'ê Kanûna 2010'an de dema komkujiya 19'ê kanûnê şermezar dikir hat girtin û wiha gotin: "Dîş bi îdîaya endamê rêxistinê tê darizandin. Di 19'ê Adarê de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê rûniştina doza wî heye. Mete piraniya cezayê xwe raza ye. Em bang li her kesî dikin ku di roja rûniştina dozê de tevlî rûniştinê bibin. Em ji heyeta dadgehê jî dixwazin ku bêyî destûr bidin mirina Mete wî serbest berdin." 

KOCAELÎ