Li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Wan, Amed, Êlih, Mûş, Erzirom, Colemêrg, Dîlok û gelek bajarên din bi fermana Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Stenbolê li dijî siyasetmedarên kurd, sendîkavan û rojnamegeran operasyoneke hate lidarxistin. Li 16 bajaran di bin navê "KCK'ê" de operasyon pêk hatin û zêdehî 140 kes hatin binçavkirin. Operasyon bi fermana Dozgerê bi Rayeya Taybet ê Stenbolê ku ji peyvira lêpirsîna MÎT'ê hate girtin Sadrettîn Sarikaya pêk hat. Li Enqere di operasyona li dijî navenda sendîkayan de 15 jinên sendîkavan hatin binçavkirin.

STENBOL:
  Polîsan li navçeyên Bakirkoy, Gungoren, Şîrînevler, Esenler, Kuçukçekmece, Esenyurt û Beyoglu yên Stenbolê û bajaroka Çayriova ya Kocaeliyê bi ser gelek malan de girtin.
Li gorî agahiyan navên kesên li Stenbolê hatin binçavkirin wiha ne: Cîhan Can, Mîzgîn Mujde Arslan, Haşîm Tîmurtaş, Rêvebera BDP'ê Ezîne Dal, endama BDP'ê Esîn Ceylan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Bakirkoyê Fîlîz Yilmaz Canpolat, Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Bakirkoyê Sevgî Kiliç, endamên BDP'ê Murat Aktaşçi, Mehmet Şerîf Dogala, Dervîş Arvas û Tayfur Turgut.
Di çarçoveya heman operasyonê de Ozcan Soysal li Çayirovaya Kocaeliyê hate binçavkirin û Wênekêş Mehmet Ozer jî li Enqere hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Endamê Meclîsa Şaredariya Wanê Îdrîs Canbay jî li Ferîkoya Stenbolê li mala lê mêvan hate binçavkirin. Hate zanîn ku li mala Canbay a Wanê serê sibê ji aliyê polîsan ve hate lêgerînkirin. Tê gotin ku hejmara kesên li Stenbolê hatin binçavkirin zêdehî 40 kesan in.
ENQERE: Lêgerînên di çarçoveya heman operasyonê de li navendên KESK, SES û Tum Bel-Sen'ê pêk dihatin bi dawî bûn. Di lêgerînan de gelek hard disk, dokuman û pirtûk hatin destserkirin. Di lêgerînê de ji ber ku polîsan alavên odeyan belav kirin di navbera polîs û sendîkavanan de nîqaş derketin. Hate zanîn ku operasyon li ser agahiyê di bilgîsayara Sekretera Şaxa SES'ê ya Enqereyê ya ku 3 sal berê hate girtin Seher Tumer derketin pêk hat.

15 jin hatin binçavkirin
Navên kesên di çarçoveya operasyonên de li Enqereyê hatin binçavkirin wiha ye: Nûnera Kargeriyê ya SES'ê Ozden Ozmen, Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Sekretera Jinê ya KESK'ê ya berê Songul Morsumbul, Endama Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'ê Hatîce Beydîllî, Sekretera Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Rêvebera KESK'ê ya berê Belkîs Yurtsever, Sekretera Jinê ya Tum Bel Sen'ê Guler Elveren, Sekreteriya Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Ji Şaxa 1'emîn Egîtîm Sen'ê ya Enqere Evrîm Ograş, Rêvebera Şaxa SES'ê ya Enqere Hulya Mendîllîgîl, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqere Nezahat Aslan, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqere Meral Hiz, Endama Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Sekreterê Şaxa 2'yemîn a Egîtîm Sen'ê Guldane Erdogan û endama Şaxa 2'yemîn a Egîtîm Sen'ê Leman Kîraz.
Serokê Giştî yê SES'ê Çetîn Erdolu, diyar kir ku armanc vê operasyonê ew e ku kerkaran bi tepisînin. Erdolu, anî ziman ku berî 8'ê Adarê li dijî jinan operasyon tê wateya têkoşîna jinê bi tepisînin e. Erdolu, da zanîn ku 4 hevalên wan hatin binçavkirin û wiha got: "Em natirsin. Ev yek faşîzm e. Rêbazên li dijî faşîzmê têkoşînê bê dayîn jî diyar in. Em van baş dizanin."
AMED: Li Amedê jî di heman çarçoveyê de bi ser gelek malan de hate girtin û di nav de Nûçegihanê DÎHA'yê Îsmet Mîkaîlogullari jî heye 9 kes hatin binçavkirin. 9 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin û li bendêne ku bibin Stenbolê.
WAN: Hejmara kesên di serdagirtina malên li Qelqelî û Wanê de jî derket 8 kesan. Di serdagirtinê de Alîkara Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Serokê Odeya Endezyarên Çandîniyê ya Wanê û Midûrê Çandiyê yê Payîzava Necîp Altunlî, xwendekara zanîngehê Helîz Alpaslan û Orhan Sarihan, Tayfur Tekçe, Sînan Aygun, Adnan Sari û Engîn Kaya hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.

NAVENDA NÛÇEYAN