Li gorî çavkaniyên herêmî, heşt mamosteyên endamên sendîkeyan li bajarê Sine hatine dadgeh kirin û hatine girtin. Lê piştre ji bo demî hatine berdan.
Wek berdewama zextên li ser mamosteyan çar mamosteyên din jî, ji aliyê dadgeha şoreşê ya bajarê Sine ve hatine gazîkirin.
Her wiha, li bajarê Sine roja yekşema derbasbûyî jî, karkerek li mala xwe hatiye girtin. Herwiha ajansa Kurdîpa radigihîne ku li bajarê Urmiyeyê mele hatine girtin û wiha têgotin: “Piştî ku hejmarek meleyên sunî yên li bajarê Urmiye dimînin, roja sêşemê wek roja cejnê îlankirin, ji aliyên karbidestên rejîmê ve hatin girtin. Meleyê bajarokê Balanîş ê Urmiye û ji gundê Nêrgî yê girêdayî Mirgewer jî du kes hatine girtin.”
Di berdewama nûçeyê de tê gotin ku karbidestên rejîmê li bajarê Urmiyeyê zext li meleyan kirine, da ku di nimêja Înê de PKK û PJAKê wek rêxistinên terorîst bi gel bidin naskirin.
Lê meleyan ev daxwaz qebûl nekirine, loma jî ew dibin hedefa hêzên ewlekariya rejîma Îranê.
SINE/ÛRMIYE