Ji Reqqayê û deverên derdora wê 400 malbatên din xwe spartin kampa koçberan a li Eyn Îsa û kon ji bo koçberan tune ne. Berpirsyarên kampê banga alîkariya lezgîn li Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Koçberan kir.

Pêla koçberiyê ya ji Reqqa û gundewarên wê û Dêra Zorê û Mesekene ber bi Kampa Eyn Îsa ve didome. Di vê çarçoveyê de duh 400 malbatên din xwe gihandin kampê.

Serokê Komîteya Kar û Barên Koçberan a Kampa Eyn Îsa Mehmûd Kirdo anî ziman ku gelek rêxistinên alîkar ji bo koçberan re şandin, lê têra wan nekirin.

Serokê Komîteya Kar û Barên Koçberan destnîşan kir ku tenê 44 kon di kampê de hene û got: “44 kon li beramberî hejmara koçberan kêm e, ji ber vê yekê koçberên ku tên jî li çolê dimînin.”

Mehmûd Kirdo bang li rêxistinên mirovî û Komseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî kir ku di konan û alîkariyên mirovî ji koçberan re bişînin û wiha pê de çû:”Di kampê de derdora 150 zarokî hene, ji ber vê yekê jî pêwîsiya wan bi şîr û derman heye.” 


 GIRÊ SPÎ