Girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyê li ser çalakiya xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxuyaniya bi îmzeya Denîz Kaya hat weşandin û weha hat gotin; "Li dijî hemû êrîş, zext û polîtîkayên komkujiyê gelê me daket qadan û helwesta xwe nîşan da. Em berxwedana gelê xwe ji dil û can silav dikin û şehîdê xwe yê Newrozê Haci Zengîn bi hurmet bibîr tînin." 


Li 14 girtîgehan greva birçîbûnê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 15'yê Sibatê û pê ve li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Hat diyarkirin ku 1'ê Nîsanê û pê de jî li 14 girtîgehên li Mûş, Wan, Rîze, Oltu, Trabzon, Gîresun, Gumuşhane, Bartin, Amasya, Tokat, Kastamonu, Samsun Bafra, Ordu û Erziromê 500 girtî û mehkûmên din jî wê tevlî vê çalakiyê bibin.  Di daxuyaniyê de zextên li girtîgha Osmaniyê jî hate destnîşankirin û weha hat gotin: "Em  bang li nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û partiyên siyasî dikin; li girtîgeha Osmaniyê leşker û gardiyanan êrîşî hevalên me kirine û bi dehan hevalên me bi birîndarî avêtine hucreyan. Hevalên me yên birîndar nehatine dermankirin. Tu pêdiviyên wan nayên pêkanîn. Divê bi awayekî lezgîn li girtîgeha Osmaniyê lêkolîn bên kirin û hewldanên bidawîkirina van pêkanînan destpê bike. Hevalên me di nava xetereyan de ne. Vê qîrîna me bibihîzin. Ev 42 roj in hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya wan her ku diçe giran dibe."

´Em paşve gav navêjin´
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê ji daxwazên xwe paş ve gav neavêjin û weha hat gotin:"Me beriya niha jî diyar kir, em dûbare dikin. Em naxwazin kesek bê û ji me re bibêje çalakiya xwe bidawî bikin. Di vê mijarê de mûxatabê me Serokatiya me û tevgera me ye."

NAVENDA NÛÇEYAN