Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), mezintirîn çavkaniya petrolê ya Sûriyeyê El Umer kontrol kir. 

Şervanên QSD eşkere kir ku wan çavkaniya El Umer ku mezintirîn çavkaniya petrolê ya Sûriyeyê kontrol kirine.

Çavkaniya petrolê El Umer, li rojhilatê Meyadinê ye ku ser bi herêma Dêra Zorê ve ye.

Berdevka Fermî ya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah ragihand ku hêzên wan di encama operasyonekê de zeviya petrolê ya Umer ji çeteyan rizgar kir û diyar kir ku tu ziyan negihiştiye zeviyê.

Lîlwa El-Abdullah têkildarî rizgarkiria zeviya petrolê li ser maplera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Lîlwa daxuyand ku zevî ji DAIŞ’ê hatiye paqijkiirn û got: “Hêzên me, bi armanca ku derfetê nede çeteyên ku piştî têkçûyîna xwe li herêmên rizgarkirî kiryarên xwe yên xirab pêk bîne, di saetên sibehê (22‘ê cotmeha 2017‘an) de li dijî noqteyên çeteyan ên li zeviya petrolê ya El-Umer operasyonek pêk anî. Di encamê de zeviya petrolê ji çeteyan hate rizgarkirin û çete ji zeviyê hatin derxistin. Hêzên me, operasyonên xwe yên ji bo derxistina çeteyan ji taxa Mesakin yê li bermaberî zevî didomînin.” 


DER A ZOR