Pêla vegera welatiyên Rojava yên koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn roj bi roj zêde dibe û rojane bi sedan welatî di Deriyê Sînor ê Sêmala re derbasî Rojava dibin. Rêveberên Deriyê Sînor ê Sêmalka diyar kirin ku di meha Tebaxê de 9 hezar û 312 welatiyên Rojava ên ji sê kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) vegeriyan Rojava û gotin di nava welatiyên vegeriyan de 2 hezar û 630 ji kantona Kobanê bûn.
Rêveberê Deriyê Sêmlka Bedirxan Mîrza destnîşan kir ku ciwan jî di nav de rojane derdora 300 welatiyên Rojava vedigerin û got: “Piştî rizgarkirina Girê Spî û vebûna riya di navbera Kobanê û Cizîrê de vegera welatiyan zêde bûne.”
Mîrza, rewşa koçberiyê bi bîr xist û got ku hin hêzên herêmê bi awayekî plankirî riya koçberiyê vedikin û bi vê yekê dixwazin herêma Rojava ji şêniyên wê yên resen vala bikin. Mîraza di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên koçber bûne kir ku vegerin di avakirina welatê xwe de cih bigirin.
Li ser deriyê sînor ê Sêmalka ANHA’ê nerîna hin welatiyên ji Başûr vegeriyan girt. Ciwanê bi navê Cegerxwîn Ehmed destnîşan kir ku ew vegeriya da ku cihê xwe di avakirina Kobanê de bigire û ev tişt anî ziman: “Ez beriya 2 salan ji ber bi Başûr ve koçber bûm, ez îro jî vedigerim da ku ez di avakirina Kobanê de cihê xwe bigirim. Bila careke din kenê dayîk û zarokên Kobanê vegere.”
’Vegera welatiyan asteng dikin’
Ciwanê bi navê Ehemed Mihemed da zanîn ku Asayîşên PDK’ê vegera ciwanên Rojava asteng dikin û ev tişt anîn ziman: “Dema min xwest ez vegerim, hêzên Asayîşa PDK’ê rê nedan me, bi taybet dema zanîn ku ez ê tevlî malbata xwe vegerim astengî li pêşiya me derxistin. gelek astengiyan li pêşiya welatiyên dixwazin vegerin derdixin.”
NEJBÎR OSMAN/RÊBER ŞENGALÎ/ANHA/DÊRIK