Carna du gotinên bi wate dikane mijara çend romanan li ber çavên mirovan raxîne. Bêguman dibe romaneke hezar rûpelî jî ji bilî tevlihevkirina gotinan tu wateyekî nede. Tersê wê jî her wiha. Lê divê mirov di nivisîna çîrokên bi çend gotinan, yan jî hevokan de bikane kombinasyoneke van gotinan bi awayeke wisa edilandî biafirîne ku weteya wan were têgihîştin. Evdile Koçer bi berhema xwe ya bi navê « Pêlava birindar » daye ispatkirin ku ew serkeftin destdayî ye.
Zimanêke gelek hêsan ê ku her kes dikane têbigîhîje bikaraniye. Bi vê zimanê hêsan jî tiştê ku xwestiye bide, baş daye rûniştin.
Di çirokên wi yên kurt de li gel li ber çavan raxistina momentên jiyanê, ramanên kûr jî hene. Minak di çîroka bi navê hêvî de wiha dinivisîne : „Bi hêviyeke mezin ve dixwest çîroka „Hêvî“ yê binivîse. Bi dilhêvî li ser rûpeleke spî „Hêvî“ nivîsand. Lê bê hêvî ma. Hêviya wî şikest. Tu gotin nehatin bi hêviya wî ve. Hêvî li ser rûpelê şîn nebû.”
Ew di çîrokên xwe de gelek caran bi gotinên nermik rexneyên gelek tûj jî dike. Wek mînak di çîroka bi navê «Pirtûk» de rexneyeke gelek bi wate li tevahiya xwendevan û niviskaran digire. Baş tê zanîn ku hêjmara niviskarên bi Kurdî dinivîsin ji hêjmara pirtûkên Kurdî yên tên firotin zêdetir e. Em bi hev re bixwînin :  «Qet hez ji xwendina pirtûkan nedikir. Di hemû jiyana xwe de tenê pirtûkek xwendibû. Ew jî ew pirtûka ku wî bi xwe nivîsandibû… »
Hevokên wî wek kilîtên ramandinê ne. Dema mirovê bixwaze li ser wateya van çîrokan kûr bibe, mirovan hûr hûr dide fikirandin. Mirov di van çîrokên kurt de ne tenê agahiyên momenteke jiyanê, gelek caran karektera qehremanê çîrokê jî baş têdigihîje. Wek mînak: Di çîrokên Tirs û koleksiyona pêlavên leşkeran de bi çend gazinên avzûnkar karektera mirvên van çîrokan li ber çavên me radixîne.
Dibe ku ev ceribandinên bi çend gotinan momenteke jiyana karekterekî li ber çavan radixîne, li gor hin kesan gelek hêsan were. Lê divê mirov vê rastiyê ji bîr neke; gava mirov qelemê dike destê xwe, gelek caran wekî çîroka “Hêviyê” gotin ji tûrikê bîra mirovan dernayê wenda dibe.
Di pirtûka wî ya duyam ya bi navê “mirin” de deh kurte çîrok hene. Min çawa di hevoka yekem de jî şirove kiriye, rêzdar Evdile Koçer di vê berhemê de çîrokên çend hevok ceribandiye. Bîst û çar çîrokên çend hevok yên di pirtûka “Pêlava birîndar” de ev in. Qelûn, Bawerî, Tirs, Koleksiyona pêlavên leşkeran, Panzer, Pêkenokên şer, Qêrîn, Bêrîkirina welat, Hêvî, pirtûk, Rihê şer, Xew, Neynik, Serok, Jibirkir, Gez, Serdet û bindest, Ken û gîrîn, Çavê çepê, Xayîn û leheng, Rêveçûn, Sorav, Koziya şer, Keleşkof
Di heman pirtûkê de bîst û sê kurte kurteçîrok hene. Ew jî ev in. Girtîgeh, Niviskar, Dayika Aşitiyê, Pêlava birindar, Molotof Kokteyl, Pêşbazî, Kusî, Nexweşiya pêlavan, Pênus û Lênusk, Randevû, Wîjdan, Pêlîstok, Evîn, Masî, Heval, Îtalî, Çarşem, Gulê, Dikana Zargotina Kurdî, Neheqî, Fikir, Rêya reş, Bîtlîs.
Pirtûka kurte kurte çîrokan navê xwe ji çîroka bi navê pêlava Birîndar digire. Em du hevokan ji vê çîrokê bixwînin: “Tu yê serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlava te de bibîne, wê sedî sed fêm bike ku guleyek lêketiye. Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî.”
Dema mirov çîroka bi navê “Lal” dixwîne, mirov têdigîhîje ku wê Evdilah bikane romanên baş binivîse. Hêvî dikim ku wî naha berê xwe dabe projeyeke wiha  bi wate. Çend hevokên mînak ji çîroka Lal: “Çawa ku dilê min ketibe nava pirtûka wê, êdî min carek li destê wê dinêrî, carek jî li lêvên ku dixwendin… Çawa ku bixwaze tiştekî bibêje, ji nişka ve sekinî. Ez ketim mereqê, ka wê çi bêje. Ez vekişandim ber keviya dîwareke xirbe. Rengê wê hinek sor bûbû.”
Nasnama pirtûkê.
Navê pirtûkê: Pêlava birîndar
Niviskar: Evdila Koçer
Waşan: Han grafik Verlag sal. Îlon 2010
Pirtûk bi tevahî heftê rûpel e.
Li ser bergê pêşiyê li ser zemînê qehweyê ser şînê û rengê axê, wêneyeke karîkatûrî heye. Li bergê dawiyê jî Wêneyê wî û beşek ji çîroka Pêlava birîndar heye.