
Dozger pêlîstok, pirtûk, ziyaretên malan, gera seyranê, tevlêbûna kursa Kurdî, pirtûkên Mehdî Zana û Mehmet Uzun pekî delîlên rexistinê nirxand û bi îdîaya "Endamên Rêxistinê ne" xwest xwendekar bên cezakirin.
Dozgerê Komarê yê Îzmîrê îdîanameya der barê 36 xwendekarên Kurd ku li Denîzlî dixwînin temam kir. Dozger, der barê 36 xwendekarên Zanîngeha Pamukkale ya Denîzlî ku di 3'ê hezîrana 2011'an de hatibûn binçavkirin û 14 jê girtî 36 xwendekar tên darizandin îdîanameyek balkêş amade kir. Dozger tevlêbûna çalakiya 8'ê Adarê, şermezarkirina komkujiya Halepçeyê, bîranîna Aydin Erdem ê ji aliyê polîsan ve hate kuştin wekî "xebatên rêxistinê" nirxand. Dozger disa mêvandariya xwendekaran, gera seyranê û pirtûkên Mehmet Uzun û Mehdî Zana wekî delîlên rexistinê nirxand. Ziyareta xwendekaran a li mala Nesrin Deniz wekî "Hevdîtina rêxistinî" nirxand.
Dozger, daxwaza xwendekarê girtî Osman Guzel a şopandina dozê sûc nirxand û gera seyranê ya Hanifi Kara, Oznur Bartin, Songul Agdeve, Semra Gonenç, Omer Çiftçî û Songul Parilt ya wekî "fermana rêxistinê" nirxand.
'Tevlêbûna dersa Kurdî sûc e'
Dozger, dîsa tevlêbûna xwendekaran a kursa Kurdî ku li avahiya BDP'ê ya Denîzliyê dihat ditin wekî bi fermana "PKK / KONGRA-GEL pek hatibe nirxand û sûc dît. Li aliyê din pirtûkên Kurdî yên rêziman ku ji aliyê Omer Çiftçi ve hatin berhevkirin wekî "Xebatê Rêxistinê" hatin nîşandan. Pirtûkên Mehmet Uzun û Mehdî Zana yên di lêgerîna mala Berna Guzel û Hatice Yalçin de hatin desteserkirin weki delîla rêxistinî hate nîşandan.
Rûnişta yekemîn di 8'ê sibatê de ye
Dozger pişti îdîaname amade kir û teslîmî heyeta dadgehê kir, dê 1'emîn rûniştina doza 14 jê girtî 36 xwendekaran di 8 sibatê de li Dadgeha Bayrakli ya Îzmirê bê dîtin. Xwendekaran bang li her kesî kir û xwest ji bo şopandina dozê di 8'ê Sibatê di le ber edliyeyê kom bibin û piştgiriyê bidin hevalên wan.
DENİZ TEKİN-DÎHA/ÎZMÎR