Di meha Çilê ya 2012’an de di nameya ku ji min re nivîsandibû de gotibû, ‘’Ez dixwazim mirina min jî di tama şer û têkoşînê de be..” Lê dijminên Kurdan, dijminê ku li dijî azadî û aştiyê ne wê bi xaîntî û bebextiyeke mezin kuştin. Yên wê û du hevalên wê kuştin ê ku celadê Esat Oktay jî afirandibûn. Tetikkêş ew e ku dojeha zindana Amedê ya mirovahî û rûmetê xistiye bin piyê xwe înşa kirine. Ew jina qehreman ku li dijî dojeh û celadê wan serî netewandibû bi bêbextî û namerdî kuştin. Ji ber ku wê bi serbilindî û bê tirs li rûye celadê xwe nêrîba, ji paş ve kuştin. Ji ber ku weke ku Sakîne Cansiz gotibû; wê bi şer û têkoşînê şehîd ketiba. Wê bi wî rihê şer û têkoşînê li rûyê reş yê mirinê nêrîba, bi mirinê re şer kiriba. Yên ku wê kuştin, 40 sal bû ku Sakîne nas dikirin. Ew dizanîbûn ku Sakîne, rêbera jinên pêşeng ya gelê ku li dijî wan şer dike ye. Bi berxwedana xwe ji destê mirinê rizgar bûbû. Wê nas dikirin… 

Sakîne Cansiz, di dewsa çek de, bi dengê xwe daketibû meydanê û di berxwedana zindana Amedê de weha gotibû: “Barîkat, berxwedana di dema Komuna Parîsê de û şerê barîkatan a me di pirtûkan de xwendibû dianî bîra me. Gel, li kolanan yekîneyên berxwedanê saz kiribû û şer kiribû. Yên di romanan, di fîlman de dihate gotin dihat pêşiya çavê min. Lê me di şert û mercên bê hempa de barîkat danîbû. Çekê me bawerî û vîna me, bedena me ya tazî bû. Niha tenê zimanê me diaxivî an jî şer dikir. Me di dewsa gule de dengê xwe diavete wan…” “Sakîne Cansiz - Her Şer Bû Jiyana Min-2)

Sakîne, çîroka dîroka jina azad a 40 salan e. Bayê jineke qedîm ku rihê xwe yê berxwedanê daye yên ku di van 40 salan de hatine nivîsîn û piştî vê bên nivîsandin e. Zanistek bû û enerjiya rihê jina ku berî dîrokê û di dîrokê de jiyaye fêmkiribû, bilêvkiribû û jiyiyabû. Tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku bi wan re hatibû qetilkirin, tov û soza serketinê di rih û têkoşîna jina Kurd de çandin. 

Pêşengên wî gelê ku li hemberî zilmê jiyan û mirinê di tama şer û têkoşînê de jiya ne. Ew, kelheya rûhî a herî qewîm yê şervanên rêveberiya xweser ku îro li hemberî zaliman mewzî girtine. Ji ber vê yekê Endama Meclîsa DBP Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar ku li Silopiya ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, di hiş û mêjiyê me de bi van sê milîtanên leheng re bûn yek. Yên wan qetil kirin bi heman zîhniyeta kuştinê re ketin dewre. Kuştina wan, li hemberî siyaseta legal a Kurdistanê îlana şerê faşîzmê ye. Li hemberî gelê ku bi daxwaza siyaseta demokratîk û aştiya bi rûmet a gelan ketibûn hilbijartinên 7´ê Hezîranê û bi ser ketibûn, ev peyam dabûn: “Ferqa xwe ji PKK nîşan bide, li parlamenê siyaseteke bi “aqil” bimeşîne. Ji çiyê û gerîlayan dûr bisekine ku tu di navberê de neçe. Di nav sînorê “rewa” a parlamenê de lîstoka demokrasiyê bilîze!”

Wateya vê mesajê di dîroka gelên têkoşer de eşkere ye. Lê belê bersiva kesên ku bi nirxên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezinbûne jî eşkere ye. Sêvê, Pakîze ve Fatma ji ve ber ev bersiva xwe tevî gel li çeperên herî pêş yên berxwedanê dan hatin qetilkirin. Wan nîşan da li hemberî wê dewleta ku siyaseta legal, rêxistinbûna demokratîk, zimanê dayîkê, çanda netewî û çalakî qedexe kiriye, şerkirin parastina rewa ye û ji ber vê yekê di temenê ciwan de derheqê wan de fermana kuştinê dan. Têgihiştina ku li navenda Parîsê Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez da kuştin ya ku berwedana parastina cewherî kir hedef û Sêvê, Pakîze û Fatma da kuştin ev e û yek e. Ji vê ti şik û gumanê gelê Kurd, jin û ciwanan nîne. Ew vê rastiyê baş dizanin.  

Ji ber vê yekê ev jin evîndarê aşitî, demokrasî û azadiyê ne; xeta berxwedanê ya DBP, tevahiya meclîsên gel û KJA’yê ne. Sêvê, Pakize, Fatma bûn şervanê heqîqata gelê Kurd ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan tîne ziman: “Parastina rewa mafekî bingehîn a hiqûqê ye… Gel, li hemberî neheqiyên ku li dijî ziman, çanda wî tê kirin, eger rêyên siyasî û hiqûqî xetimîbin, pêwîst bike dikare bi awayekî demkin an demdirêj dest bi berxwedanê bike. Ev ne îsyan, mafekî rewa û hiqûqî ye. Nebikaranîna vî mafî, binpêkirina hiqûqê ye…”

Rewşa ku îro gelê Kurd pê re rû bi rû ye, ev bixwe ye. Li Tirkiye di rewşa niha de rêyên hiqûqî û siyasî xetîmîne an nexetimî ne? Komediya AKP a ku dibêje “Eger samîmiyet hebe em ê di destûra bingehîn a nû de li hev bikin” li dijî rûmet û azadiya gelên Tirkiyeyê heqaret e, an na? Li Tirkiye îro faşîzm qasî ku îtîraf bike ku ji xwe re Hîtler mînak digire pêş ketiye, an na? Erdogan ê dîktator artêşa taybet û bi pere ku ji wan re mamosteyê dike, weke çeteyên DAIŞ‘ê dibe ser gelê Kurd û gelê Kurd bi destê wan dide qirkirin an na? 

Wê demê helwesta gelê Kurd a serekê divê nûjenkirina dîroka civakî be. Ango li dijî zilmê bi mîrasê berxwedana Mazlûman parastina jiyanê! Hêza jinên Kurd ku di qada civakî û çiyê de li hemberî êrîşên faşîzan pêşengî kir, israra wê ya dixwaze bibe mîsogeriya aştiyeke bi rûmet a gelan; 9´ê Çilê li Parîsê, 5´ê Çilê li Silopî kirin hedef. Jinên pêşeng bi zanebûn û bi plan, ji bo darbe li rihê berxwedanê bidin hatin qetilkirin. Her aliyên Kurdistanê ji bo hesabê van komkujiyan bipirsê wê li ber xwe bide. Jin û ciwanên Kurd wê bi mezinkirin û dewlemendkirina ziman, rêbaz, dem, mekan, têsîr û encamê parastina xweser bersîvê bidin van komkujiyan. Ti carî wê paş ve gav neavêjin! Ew cesaret, vîn û baweriya Sara ku di dojeha zindana Amedê de tif kiribû rûyê celad Esat Oktay, wê bi biryar û îrade her tim bibe rihê têkoşîna rêveberiyên xweser…