Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Erbey di encama operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî Kurdan tê meşandin de hate destpêkirin de hatiye girtin û ji sala 2009 ve di girtîgehê de tê ragirtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Erbey bi hevkariya ligel terorîzmê tê tawanbarkirin. Derbarê van tawanbarkirina de tu delîlek jî tune ne. Sedemê girtina Erbey axaftina ku di Parlementoya Swêdê de der barê rewşa Kurdan de kiriye. Axaftina di parlementoyên welatên Ewropayê de jî weke tawan têne dîtin. Ev yek jî tiştek sosret e û tu têkiliya wê ligel hiqûqa nûjen tune ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo şopandina doza KCK’ê ya k udi 6’ê berfanbarê de dîsa dest pê kir, Firat Cewherî û Azar Mahloujian hatine peywirdarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku parêzvanê mafê mirovan û nivîskar Ragip Zarakolû jî bi hinceta endamê KCK’ê ye hatiye girtin. PEN’ê rexne kir ku her çendî PEN’a navnetewî- Lêborîna Navnetewyî û gelek rêxistinên di daxwaza serbestberdana Zarakolu kirine, lê hikûmeta tirk tu bersivek nedaye.

  STOCKHOLM