LUQMAN GULDIVÊ/BERN
Mentiqa me çi bû? Me dîwar hemû reş kirin û xeteke zer jî xiste navê ku rêya roniyê temsîl bike. Ew ronahî weke fikrekê ye. Me got, ev rêya me zirav e, teng e. Lê em dixwazin ronahiyeke piçûçik bixin nava vê tarîtiyê, me ev ronahî xiste navê, hûn jî werin, em tevde wê mezin bikin.Serdar Mutlu penaberekî Kurd ê ji Nisêbînê ye ku li Swîsreyê bi gotina xwe, bi nasnameyeke penaberiyê ya li hewayê dijî. Serdar Mutlu yê ku van gotinan ji bo nediyarbûna statuya xwe ya îqameyê bi kar tîne, îşaret bi zelûliya rewşa jiyana xwe jî dike bi vê yekê. Heta beriya bi sê mehan jî ew li kampeke penaberan dima. Li wê kampa dûrî bajarên li hawîrdorê, derfetên afirîneriya huner û bikaranîna atolyeyên hunerî nebû û ji ber wê jî, ji dema ku li Bernê bi cih bûye, Serdar ji nû ve zend û bendên xwe li karê hunerî vemalîne. Hezîrana bihurî li Bernê li Cantonale Berne Jura berhemên wî yên hunerî hatin pêşandan û di vê pêşandanê de bi performansên hunerî jî, Serdar Mutlu îşaret bi wê yekê kir ku ji bo wî huner vegotina serpêhatî û çîrokan e. Atolyeyeke projeya Kreativ-Asyl ji bo berhemên wî hat veqetandin. Serdar Mutlu yê ku li Tirkiyeyê ji ber ku cezayê girtîgehê lê hat birrîn, serpêhatiya wî ya penaberiyê dest pê kir, pêşî xwe li Yewnanistanê girt; ya rastî li wargehên wê yên penaberan û paşê serpêhatiya wî ew gihand Swîsreyê. Em pê re li ser huner, serpêhatî û vegotina wan a hunerî peyivîn.
Ji bo em sohbeta xwe bidin destpê bikin, tu kengî ji Kurdistanê derketî û kengî ji Tirkiyeyî derketî û penaber bûyî? Serpêhatiya penaberiya te çi bû?
Beriya 8 salan ji bo xwendina zanîngehê ez ji Kurdistanê derketim. Pêvajoya din heta 2017´an li Tirkiyeyê derbas bû, di navê de ez bêhtirî du salan jî di girtîgeha Edirne de girtî bûm. Ez sala 2011´ê hatim girtin, ango di sala sêyem a xwendina xwe de bûm. Çawa ku hatim berdan min di nava 2 salan de zanîngeh qedand, min û hevaleke xwe ya ji Izmîrê, me li Stenbolê atolyeyek vekir. Wê dansa modern dikir. Bi her halî, dema ku ez bi wî karê atolyeyê ve dadiketim, cezayê girtîgehê li min hat birrîn û ew ceza hat erêkirin. 7 sal û nîv cezayê girtîgehê li min hat birrîn. Dosyaya me ya siyasî hingê ji aliyê fethulahiyan ve hatibû amadekirin, hingê qederê 150 xwendekarên zanîngehê girtin. Piştre di pêvajoya hevdîtinên bi Ocalan re, em serbest kirin. Piştre piştî 7´ê Hezîranê doz nû kirin û ev ceza li min birrîn. Hingê jî di şevekê de ez reviyam. Ez çûm Yewnanistanê, ez qederê 2 mehan li kampa Lavrionê mam. Li wir min ders jî dida zarokan. Dersên ziman û hinekî jî wêne û huner. Ez bi giştî 7-8 mehan li Yewnanistanê mam û ez hatim Swîsreyê. Bi her halî ji xwe çîrokên di nava vê çîrokê de jî hene.
Çi çîrok in ew?
Mesela li ser rêya xwe min gelek penaberên ji Efrîka, Efxanistan û Pakistanê nas kirin. Tu ji yekî dipirsî, ka hûn çawa hatin, bersivên weke “Em 500 kes bûn, tenê 3 ji me gihan. Yê ku Boko Heram revandî, yê hatî girtin, ê hatî kuştin, em ji ber wan man”. Gava em berê xwe didin yên din jî bi hezaran kîlometre rê tên, heta ku digihêjin Yewnanistan û Ewrûpayê. Heqaret li wan dibin, zilm û eziyet li wan dibe. Lê gava ku digihîjin cihê xwe, weke ku ti tişt nehatibe serê wan. Kêfa xwe dikin. Naxwînin, paşeroja xwe nabînin. Lê herçî em in, rêya penaberiya me nisbeten rehet be jî, em wê manedar dikin. Ya ez dixwazim bibêjim ew e, heger em bixwazin em dikarin maneyan, wateyan ji vê penaberiyê derxin. Ev çîrokeke mezin e, serpêhatiyeke mezin e. Û niha ez dixwazim bihunerê wê bişêwirînim, vebêjim.
Mesele ew e ku ne bi tenê ev 30 salên dawî yên li Kurdistanê, piştî şerê çekdarî yê PKK´ê dayî destpêkirin, mirov lê binihêre, divê mirov bi hezaran salan biçe berê û vegere îro û wateyan lê bar bike.
Te behsa atolyeya xwe ya huner a li Stenbolê kir, wê atolyeyê beşên huner û vegotina hemû huneran dixwest bihewîne; ew tecrûbeyeke çawa bû? Felsefeya we ya hunerî çi bû?
Ez bi hunerê nûjen re elaqedar dibûm. Bi rastî ez beşdarî çend pêşangehan bûm, lê me nekarî ji ber zextên siyasî xwe îfade bikin zû bi zû. Dema me atolye vekir, ne perê min hebûn, ne jî karekî me hebû. Me li Kadikoyê weke kolektîf ceriband. Me ji hevalên xwe yên zaroktiyê, yên zanîngehê filan her yekî bêşek sed, dused berhev kirin. Hevalên me yên muzîsyen hebûn, mamosteyên yoga, platesê hebûn. Hemû hatin, lê atolye vala bû, dîwar spî bûn, erda wê xirab bû. Me got, em ê vê derê bi destê xwe ava bikin. Gelek hunermendên ciwan ketin nav kar, ên ku boyax û resm kirin, ên ku peyker li dîwaran kirin, ên ku lempe pê ve kirin. Di mehekê diduyan de ava bû.
Mentiqa me çi bû? Me dîwar hemû reş kirin û xeteke zer jî xiste navê ku rêya roniyê temsîl bike. Ew ronahî weke fikrekê ye. Me got, ev rêya me zirav e, teng e. Lê em dixwazin ronahiyeke piçûçik bixin nava vê tarîtiyê, me ev ronahî xiste navê, hûn jî werin, em tevde wê mezin bikin. Gelek tevlî bûn, ên ku tiştin çêkirin, hinekan hat ders dan, tam bû navendek ku mirov nexasim jî li Kadikoyê, ev navend bû navendeke oksîjenê. Kurs didan, fikrên xwe parve dikirin û hinek pere jî bi dest dixistin. Me her hefte konserên alternatîf çêdikirin. Nexasim jî komên li kolanan û malan muzîk dikirin, ên weke Sîmurg, Ze tijiye û gelek hevalên ji NÇM´ê jî carinan dihatin. Hem alternatîf û hem jî kolektîf bû. Piştî ku ez veqetiyam, hevala min û hevalên din gotin, em nikarin atolyeyê ji ber rewşa siyasî ya Tirkiyeyê de dewam bikin. Xelkê mehelê dibêjin, çend terorîst hatine vê derê. Di kolektîfa me de, Elman hebûn, Tirk hebûn û çendek Kurd hebûn. Lê hate girtin ji ber rewşa xirab.
Di rêya te ya penaberiyê de te huner çawa dewam kir? Yan jî gelo te dewam kir?
Ya rastî berê zehmet bû ez xwe bişêwirînim, xwe îfade bikim. Di wê rewşê de yan tu wê bibî lîberal populer, yan jî tiştekî din zehmet e. Min ev nedixwest. Min got, ez dixwazim hunerê xwe eşkere bikim. Dema ku ev derfet nebûn jî ez aciz dibûm. Pê re jî heps kete navê. Di demên xwe yên herî afirîner de ez ketim hepsê. Dîsa jî di warê teorîk de bû bingeh. Di penaberiyê de jî, ji Merîçê em bi botê derbasî Yewnanistanê bûn, em deh kes bûn. Du Kurd, Efxan û Pakistanî. Dengê gavan û meşê dihat, hîvbironî bû, piçekî serma bû. Hingê ez hizirîm, em deh kes in, lê bi milyonan mirovan ev rê derbas kiriye. Hingê min dest bi girtina wêne û vîdyoyan kir. Ji bo ku li bîra min bimîne. Ev meş balkêş bû. Bi milyonan kes vê meşê dikin, lê gelo kî wê bi civakê re parve bike. Kî wê bibêje, ev diqewime, çîroka wê heye, em mirov ber bi welatê te ve dimeşin û bi rengekî ji rengan tu parçeyekî vê çîrokê yî. Di pêşangehên xwe de ez hin mirovên Ewrûpî xêz dikim li ser bedena wan, pişta wan ez penaberên ku dimeşin xêz dikim. Ez wan nas dikim, tên bîra min.
Di nava wan penaberan de hunermend, resam, bijîşk, wêjevan hene. Lê çawa têne Ewrûpa bi şert û mercên heyî, bi îş û kaxezên wê, burokrasiya wê hemû tiştên xwe ji bîr dikin. Gava ji wan dipirsim, çima deh salan te tiştek nekir, dibêjin, “Oh, em ê çi bikin. Welatê me ne ev der e. Kesî me bixwîne nîne. Em aciz dibin. Ya rastî Swîsre, yan jî Ewrûpa em asîmîle kirin. Dema ku em motîve dibin da ku em wêneyekê xêz bikin, romanekê binivîsin, te dît fatoreyek hat, nizanim çend hezar Frank pere bidin. Em jî ji bo wê êdî dişixulin. Em hînî vê jiyanê nebûne û tesîrê li hunerê me dike.”
Min jî got, na. Tu çi qasî bikî, bike. Ev çend salên me yên pêşî belkî em afirîner bin. Gelek hunermend derbas bûne, lê gelek ji wan jî ji bîr kirine.
Pêşangeha te ya li Bernê, fîgurên dimeşin hene. Ne tenê di wêne de, her wiha performans jî heye, lê gelo tu gotin, deng hene, statîk e yan çalak e?
Mirovên ku dimeşin hene û wekî din kesek heye ku rojavayî ye, ez têkiliya wan fîguran û van kesên rojavayî pê datînim. Ez ji gelek kesên Swîsrî re dibêjim, karê te heye, tu dûr î derd û kulê penaberiyê û şer î. Lê tu dibêjî qey tu dûr î! Di rastiyê de tu diçî marketê, tu diçî derve, tu li otobusê siwar dibî û tu bi van insanan re di nava têkiliyê de yî, lê tu jî di nava vê çîrokê de yî. Ya ku ez dixwazim bibêjim, ev insan dimeşin, lê tên ku bi te re têkiliyê deynin û bimeşin. Hûn di heman çîrokê de dijîn, hûn nikarin ji hev qut bibin.
Di wê pêşangeha li Bernê de, performansek jî hebû. Hevakleke min a Tirk a ji herêma Derya Reş hatibû. Ez aciz bûbûm hema wêneyan bînim û eşkere bikm, ez biaxivim. Min got, heman spontan, ew ji xwe re çû ber wêneyekî ku eciband, keçikeke Swîsrî ya model e ku li ser pişta wê mirov dimeşin. Li wir cilûbergên xwe ji xwe kirin, rûnişt û sîtilek xist serê xwe.
Êdî salên 90´î dewleta Tirk, bi Torosan xelk di revandin, dibirin di jêrzemînan de û teneke dixistin stûyên wan êşkenceya psîkolojîk li wan dikir. Xwîn diherike, weke çîrokekê ye. Ew xwîn çîroka te ye. Min xwest ez elaqeyê pê re deynim. Ev rêbaza êşekenceyê ne tenê li Kurdistanê ye. Ji Efrîka, Îtalya, Efxanistanê, heta bi Şîliyê ev êşkence bîreke gerdûnî ye. Cudahiya me Kurdan ew e ku em wateyê didinê. Tu li Emerîka, Alaska û heta li Qutban jî bijî, ev çîroka şer û penaberiyê ye û tu nav de yî. Ev rêbazên êşkenceyê jî tu di nav de yî.
Ev hevala Tirk jî weke tûrîst hatibû Ewrûpa. Hate cem min. Lê dema digeriya pê hisa ku li Tirkiyeyê 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birrîn. Ez Kurd im, wê ji min bêhtir ceza xwar. Ez bi karên eskerî sûcdar kirim 7 sal û nîv ceza li min birrîn, her çî ew e bi protestoyan sûcdar kirin û deh sal ceza danê. Piştî wê pêşangehê ew jî li Elmanyayê bû penaber, muhtemel e ku ew ê doza penaberiyê bike. Ew jî kete nava wê çîrokê. Ew Tirk bû, ji ber ku ji bo gelê Kurd, li hemberî Erdogan li dijî DAIŞ´ê protesto kir, ew jî li vê çîrokê zêde bû.
Yanî çîroka te ya her kesî ye?
Ev bîreke gerdûnî ye, ez naxwazim propagandayeke ziwa bikim. Êşa me heye filan. Mesela Swîsrî li min digerin, dibêjin, penaber e, em bang lê bikin, ku derd be ew ê bê. Dibêjin, “Serdar, wele, pêşangehek heye, tam li gorî te ye. Derheqê penaberan de ye.” Ez dibêjim, “Derheqê penaberan de ye?” Ew dibêjin, “Erê”, ez dibêjim, “Ez nayêm“. Çima? Li her derî penaber, penaber, ha ha lêxe; ev nabe huner, ev dibe belgefilmek, dokumetasyonek. Yê kun li afîşê binihêre, wê bibêje, ev pêşangeh, ev çalakiye hunerî derheqê penaberan de ye, ka gelo ez herim yan na. Ev yek ne hewce ye. Ka pêşî bila mirov ji bo huner biçin wê galeriyê, jixwe dema ku min li wir tiştek eşkere kir, ew ê fîm bike ka çîrok û mesele çi ye. Ez naxwazim ku me bixin qalibekî wilo. Carinan manîpulasyon baş e, û carinan redkirina nasnameyên li welatan xwe di ser yên din re dibîne jî baş e.
‘Teknîk ne girîng e’
Tu çi teknîkên hunerî bi kar tînî?
Ji bo min ji destê min çi derkeve, ji dilê min ji mêjiyê min derkeve, paşê teknîk ne girîng e. Mesela du qedehên şerabê di înstalasyoneke min a berê de hebûn. Maseyeke şarabê min danîbû. Rûyê spî yê maseyê, sînî filan, wisa karê malmezinan bû. Di her du qedehan de jî, di yekê de şerab hebû, di ya din de jî ava şîn hebû. Di nava wê avê de jî min êlegê rizgarkirinê yê avê bi cih kiribû, li ser lalîkan jî min heman êleg bi cih kiribû. Min ev rêya penaberiyê weke sektorekê xwest nîşan bidim. Hingê ji dilê min ew dihat. Ji ber ku li kampan derfet nebûn, min wêne çêdikirin. Atolye nebûn. Niha atolyeyeke min heye, ez belkî tê de peykeran çêkim. Ji bo min heger ji dilê min, mêjiyê min û xelkê li derdora min derkeve, temam e. Teknîk ne girîng e. Lê bi giştî wêne û performans. Herçî wêne ye, ji bo wêne ez bi giştî akrîlîk, rengên avê û zeytê jî bi kar tînim.