450 penaberên li peravên Îtalyayê asê mabûn, çend roj berê li peravên Îtalyayê hatin rizgarkirin. Niha ji bo demekê li Maltayê ne lê bê ka aqûbeta wan wê çawa be, kes nizane. Doh dewleta Elman ragihand ku ew ê ji wan 50 penaberan li welatê xwe bihewîne. 450 penaberên ku bi keştiyekê ji Lîbyayê bi rê ketibûn, sê roj berê xwe gihandin peravên girava Lampedûsa ya Îtalyayê. Du keştiyên hêzên parastina sînor ên Yekîtiya Ewrûpayê Frontex û polîsên sînor ên Îtalyayê xwe nêzî keştiya penaberan kirin û penaber rizgar kirin. Bi keştiyan birin Maltayê Lê belê hikumeta Romayê ku bi pêşengiya Wezîrê Karên Hundir ê rastgir Matteo Salvînî biryar dabû ku penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin venehewîne, di vê biryara xwe de israr kir. Ji ber vê yekê penaber bi keştiyan birin Maltayê. Ev keştî wê negihêje Îtalyayê! Salvînî pêr jî bi rêya hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku wê penaberên li Derya Spî têne rizgarkirin qebûl nekin. Salvînî gotibû, “Divê Malta, bazirganên mirovan û her kes baş zanibin ku ev keştî wê negihêje Îtalyayê.” Lîbya jî nexwest Hikumeta Maltayê jî diyar kir ku ew penaberan naxwazin. Li gorî rayedarên Maltayê, penaber li cihekî nêzî Îtalyayê hatine girtin û ji ber vê yekê hikumeta Romayê ji wan berpirsyar e. Yekane welatê ku penaber dikarin biçin, Lîbya ye. Lê belê hikumeta Lîbyayê jî da xuyakirin ku ew di bin barekî giran ê penaberan de ye, lewma deriyê xwe li 450 penaberan girt. Dewleta Elman doh ragihand ku tenê ew ê ji wan 450 penaberan 50 penaber li welatê xwe qebul bike. 1400 kes li Derya Spî xeniqîne Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji destpêka sala 2018’an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî xeniqîn. 1074 ji van ji Lîbyayê bi rê ketibûn û berê xwe dabûn Îtalyayê. a meha Hezîranê 557 koçber li Derya Spî xeniqîn. n ROMA