Penabera Kurd maske ji Brightoniyan re çêkirin
Penabereke ji Başûrê Kurdistanê ya terzî û modelîst, ji bo weqfa alîkariya insanî ya li bajarê Ingilîstanê Brightonê ya bi navê Thousand4Thousand maskeyan çêdike. Weqf van maskeyan digihîne kesên li bajêr dixwazin maskeyan deynin. Beramberî vê jî weqf tika dike ku bêşeke piçûk bidinê da ku alîkariya penaberên li bajêr bike. Xebatkara weqfê Jenny Priestman bi bîr dixe ku ji ber krîza koronayê gelek penaber ketine rewşeke xirab, nexasim jî di meseleya kirê de û peydekirina starekê de. Ji bo alîkariya wan jî weqf projeyan bi rê ve dibe. Li gorî wê masekeyên ku terziya Kurd çêkirine, gelekî bi kêra wan hatine da ku alîkariya ji bo penaberan fînanse bikin. Ji bo maskeyên penabera Kurd jî ew dibêje, “Bi rastî jî xelkê hez ji wan kir.” BRIGHTON