Peykerê Qral Idrîmî yê ku sala 1939´an li Elelex li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê hatiye dîtin, di nava xirbeyên perestgeha vî bajarê kevnar ê 80 kîlometroyan li Bakurê Heleba îro. Ev peykerê hanê, îro li British Museum tê nîşandan. Kesê ku ew ji bin erdê derxistî jî arkeolog Leonard Woolley e. Li ser vî peykerî, serpêhatiya Qral jî nivîsiye. Ji serî hata binî, li ser peykerî bi nivîsa bizmarî. Ev peykerê di sedsala 16´an beriya zayînê çêkirî de, dibîje, Idrîmî li Helebê, ji ber ku bavê wî û qralê Helebê li hev nakin, penaber dibe, diçe peravên Firatî cem dayika xwe. Paşê jî xwe li welatî Kenanê digire û li wir penaberên din ên ji Helebê wî ji xwe re dikin mezin, heta ku ew li Elalexê bajarê xwe ava dike û dibe qralê wê. Em ji serpêjatiyê fêr dibin ku ew gelek seferan dibe ser bajarên Hitîtiyan. 

Bi her halê xwe ev peyker bi nivîsên li ser xwe weke yekê ji lewheyên herî girîng ên dîrokî tê qebûlkirin. Û em pê dizanin ku bajarê ew lê hatî dîtin Elalex jî di sedsala 12´an beriya zayînê bi temamî hatiye xerakirin. Cihê daxa dil e ku ev berhemên hanê ku mîrateya pêşiyên xelkê Mezopotamyayê ne, li şûna li welatê û li ser erdê xwe werin parastin û pêşandan li British Museum tên pêşandan. Dîsa cihê daxê ye ku îro jî penaberî û şer li ser heman erdan ji ber desthilatdarî û şerê ji bo desthilatdariyê kêm nabe. n LONDON