Bi sedan penaberên Iraqê û hejmarek ji malbatên Sûrî yên koçber xwe gihandin di ser herêma Recim Silêbî re xwe gihandin Kampa Holê.

Pêla penaberî û koçberiya ber bi Rojava ve didome. Nûçegihanên ANHA´yê ji kampa Holê ragihandin ku ji şeva din ve 477 penaberên Iraqê ku hin koçberên Sûrî jî di nav wan de bûn, di ser herêma Recim Silêbî ya li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de, xwe gihandin kampa Holê.

Hatina koçber û penaberan tevî derfetên kêm didome û rêxistinên mirovî erka xwe li gel van rewşên mirovî bicih nayînin.


ANHA/HESEKÊ