Va çendek e li Kurdistanê, di nav şerê de tiştên wisa diqewimin ku, însan matmayî dimîne, baweriya xwe ji zanînên xwe yên berê re nayîne, nêrînên xwe yên kevn hêjar dimîne. Hin fikr û raman, hin zanînên ku ji dîrok vir ve di hişmendiya me de pêmayî ne, însan baweriya xwe jê dibire. Mefhûmên ku heta niha em elimîne, êdî di mêjiya xwe de wek ramanên bihêz nasekinin. 

Berî çend salan çîrokek bihîstîbûm û di rojnameya me de jî nivîsîbûm. Yek zarokek, ji Bêdlisê, 20 sal berê ku bavê wî bi hêzên dewlet yên tarî ve hatibû binçavkirin û wendakirin, ew zarok ji Mêrsîn çûbû li ser hestî yên bavê xwe û ew hestî di cihekî wisa de hatibû dîtin ku, li ser wan hestiyan qijikên reş digeriyan û zibîl li dorê bû. Gava min ew çîroka wî bavkê bihîst, xwe bixwe gotim, "Li Kurdistanê, di tekoşîna azadiyê de berdelên ku ji alî gelê me ve tên dayîn, ji bo hemû dunyayê mînakên wêjeyî, hunerî, îlhamên exlaq, wîjdan û têgihîştinê ne. Ger însanetî, zana û ramangerên dunyayê çavên xwe ji van trajediyên lehengiyê re kor bikin û ji van çîrokan sûd negirin, êdî însanetî nikare xilasiya xwe ya ji hovitiyê biserkevîne". 

Êrê, ew dem bihurî, gelê Kurd di nava bûyerên gerîna wendayên xwe de çong êşandin, solên xwe kevn û umrên xwe kêm kirin, ji jiyanê xwe dan û xwedî hestiyên xwe derketin. Di newalan de, di çol û çiyayan de, li ser rê û di bin xaliyên cûrbecûr de hestiyên kurên xwe, bav û xwişkên xwe geriyan, dîtin, bi wan bêhna rûmetê bêhn kirin. Ji wan hestiyan sekna birûmetiyê elimîn, fêr bûn. Teorî yên dîrokî û civaknasiyê deranîn ji wan hestiyan... Birdoziya azadiyê saz kirin... Ew hestî bû mamoste, bû zanyar, bû ostad û şêwirmend ji bo gelê Kurd. Û gelê Kurd, dilopek ji dilopên têkneçûyînê mirçandin ji wan hestiyan. Hestiyên ku em ji çol û çiya kom dikin, ew bixwe birdoziyek e ji bo me. 

Doh jî nûçeyeke hat. Di rojnameya me de jî hate weşandin. Jineke Kurd, ji Cizîrê, mêrê xwe ya 60 salî, ango kaleke sivîl, daye vê şerê. Dewlet mêrê wê dayikê di bodrûmê de kuştiye, şewitandiye, di laşê wî  de goşt û hesin ji hev qetandiye, avêtiye cihekî, dawî ya dawî ew dayik ji bo mêrê xwe test a xwînê daye û pişt re teşxîs hatiye dayîn ku ev kes ew kes e, û dûv re ji dayikê re pênc kîlo hestî ya zilamê wê hatiye dayîn. 

Êdî zilmeke ku gelê Kurd nedîtiye û nizane heye gelo li ser vê dunyayê, li ser vê ezmanê? De êdî çawa binkevin? Şans û îmkaneke wisa heye an jî maye ma?

Ev yek... Ya din jî, mijara huner û wêje ... Jinek ji bo dîtina mêrê xwe di pişta wî de diçe qereqolê dagirkeran, ewana testa xwînê ji wê digirin û îja pênc kîlo hesin didin destê wê, ku "mêrê te ev e"... Ger huner çavê xwe ji çîrokên şewatbar ên bi vî rengî re kor bike, dê çi biafirînê? Dê çawa bibe huner? 

Roj hatiye gihaştiye asteke wisa ku, mêzîn û pîvana însanmayîna însan, ji xêynî berxwedanî tu tiştek e... Pirtûk û poetîka ya vê berxwedaniyê jî ew pênc kîlo hesin e... Ew hestî hestiyeke wisaye ku, însanetiyeke pak û zelal, însanetiyeke xweş û xemilî, însanetiyeke nirxbilind û asoyî jê bar e...