Yek ji muzexaneyên bajarê Sinê li Rojhilatê Kurdistanê, li muzexaneya bajêr a li avahiya Lutfullah Şêx ul-Îslam ji bilî berhemên kevnar ên ji serdemên cihê nexasim jî dîzikên cihê, ya ku li vê muzexaneyê balê dikişîne, mîmariya muzexaneyê bi xwe ye. Nexasim jî pencereyên wê yên rengîn ên ku teqrîben ji 42 hezar parçeyên camên rengîn hatine çêkirin. Ji ber van pencereyên bê mînak û bedew tenê jî, berê kê bikeve Sineyê, hêja ye ku biçe muzexaneya bajêr jî.


SINE