Navenda PEN’ê ya navneteweyî ku navendek taybet a nivîskaran e û zêdetirê 140 welatên cîhanê xebat dimeşîne, li ser malpera xwe ya fermî têkildarî qetilkirina rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxwaza ronîkirina qetilkirinê kir
Navenda PEN a navneteweyî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de balê kişand ser metirsiya jiyana nivîskar û rojnamegeran li Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ji desthilatên herêmê daxwaz dikin ku jiyana welatiyan biparêze. Bi taybetî jî jiyana rojnameger û nivîskarên Kurdistanê biparêze. Ji ber li her cihekî ku zext û terorkirina dijî rojnamegeran hebe, desthilata wê herêmê jê berpirs tê girtin. Bi vê boneyê daxwaz ji asayîşa Dihokê dikin, li ser doza rojnameger Wedat lêkolînek zû pêk bîne û kujeran radestê dadgehê bike.”
Revandin û kuştin
Rojnameger Wedat Hisên Elî di 13’ê Tebaxê de li Dihokê ji aliyê komek kesên nenas ve hat revandin û piştî çend saetan cenazeyê wî ku tiliyên wî hatin şikandin û gelek şopên êşkenceyê li ser bûn, hat dîtin. Li gel vê jî heya niha asayîş û rayedarên Dihokê têkildarî eşkerekirina kujerên Wedat ti xebatek nekirine.
SILÊMANÎ